Dinyayê ji bo peymana korîdora dexlê ya li Stenbolê Türkiye pîroz kir

Di serî da Amerîka, Îngiltere, Fransa, Îtalya gelek welatan Türkiye pîroz kirin

Dinyayê ji bo peymana korîdora dexlê ya li Stenbolê Türkiye pîroz kir

Di serî da Amerîka, Îngiltere, Fransa, Îtalya gelek welatan ji ber peymana bi mazûvantiya Türkiyeyê bi awayekî ewledar ji Ukraynayê sewqkirina dexl û madeyên xurekê spasiya Türkiyeyê kirin û Türkiye pîroz kirin û peyamên spasî û pîrozbahiyê ji Serokomar Recep Tayyîp Erdogan ra şandin. 

Piştî "Belgeya Teşebûsa Ji Bêndergehên Ukraynayê Bi Awayekî Ewledar Sewqkirina Madeyên Xurek û Dexlê" ya ku bi himayeya Serokomar Erdogan di navbera Tirkiye, Rûsya, Ukrayna û Neteweyên Yekbûyî (NY) da hat îmzekirin gelek welat û rêxistinên navneteweyî peyamên spasî û pîrozbahiuyê ji Tirkiyeyê ra dişînin. 

Blînken ji bo peymana sewqiyata dexla Ukraynayê Tirkiye û NYyê pîroz kir

Antony Blînkenê Wezîrê Karên Derva yê Amerîkayê der barê peymanê da got ku "Amerîka ji ber vê peymanê kêfxweş e û ji ber hewldanên wan ên dîplomatîk ên biryardar ên ji bo navbeynkariya van mizakereyan Guterresê Sekreterê Giştî yê NYyê û Serokomarê Tirkiyeyê Erdogan pîroz dikin."

John Kîrbyê Kordînatorê Ragihandina Stratejîk a Konseya Ewlehiya Neteweyî ya Qesra Spî di daxuyaniya xwe ya da rojnamevanan da got ku "Amerîka ji ber vê pêngavê kêfxweş e. Ji ber serokatiya wan a dîplomatîk a di çêkirina peymanê da spasiya Antonîo Guterresê Sekreterê Giştî yê NYyê ê Serokomarê Tirkiyeyê Erdogan dike."

Vîctoria Nulanda Misteşara ji Karên Siyasî Berpirsyar a Wezareta Karên Derva ya Amerîkayê got ku peyman bi mizakereyên Antonîo Guterresê Sekreterê Giştî yê NYyê û piştgiriya xurt a 6 hefteyî ya Tirkiyeyê çêbû. 

Fransa ji ber peymana korîdora dexlê ya li Stenbolê kêfxweş e

Di daxuyaniya Wezareta Karên Derva ya Fransayê da hat diyarkirin ku Fransa peymana bi armanca ji ser Behra Reş îxrackirina dexlê Ukraynayê hilde bin temînatê û bi himayeya Neteweyên Yekbûyî hat îmzekirin teqdîr dike. 

Ann Lîndeya Wezîra Karên Derva ya Swêdê di daxuyaniya xwe ya ji ser hesabê xwe yê Twîtterê da got ku "Ji ber hewldanên we yên ji bo sivikkirina qeyrana xurekê ya gerdûnî em spasiya Antonîo Guterresê Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî (NY) û Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan dikin."

Ji Yekîtiya Ewropayê peyama teqdîrê

Di daxuyaniya ofîsa Josep Borrelê Nûnerê Bilind ê Polîtîkaya Ewlehiyê û Têkiliyên derva yê Yekîtiya Ewropayê (YE) da hat ragihandin ku YE piştgiriyê dide hewldanên Neteweyên Yekbûyî û nirxandina "Em ji ber rola Tirkiyeyê ya navbeynkarî û piştgiriya wê ya ji bo tetbîqkirina vê peymanê Tirkiyeyê teqdîr dikin."

Lîz Trussa Wezîra Karên Derva ya Îngiltereyê di daxuyaniya xwe da got ku "Gelekî girîng e ku dexlê Ukraynayê bigihêje bazarên xurekê yên navneteweyî. Em ji ber hewldanên wê yên di çêkirina vê peymanê da ji bo Tirkiye û Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî çepikan lê dixin."

Lavrov ji ber piştgiriya wî ya peymanên li Stenbolê hatin îmzekirin spasiya Erdogan kir

Sergey Lavrovê Wezîrê Karên Derva yê Rûsyayê der barê peymanên ku li Stenbolê hatin îmzekirin da got ku "Em ji ber piştgiriya wan a encamên îro hatin bidestxistin cardin spasiya hevkarên me yên Tirk, şexsê Serokomar Recep Tayyîp Erdogan dikim."

Volodimîr Zelenskiyê Serokdewletê Ukraynayê diyar kir ku ji ber hewldanên di îmzekirina belgeya sewiyata dexlê minetdarê Serokomar Recep Tayyîp Erdogan û Antonîo Guterresê Sekreterê Giştî yê NYyê ye. 

 Îtalya ji ber peymana korîdora dexlê ya li Stenbolê kêfxweş e

Marîo Draghiyê Serokwezîrê Îtalyayê got ku "Peymanên ku li Stenbolê ji hêla Ukrayna, Rûsya, tirkiye û NYyê va hatin îmzekirin ji bo hemû civaka navneteweyî xebereke gelekî xweş e."

Şahbaz Şerîfê Serokwezîrê Pakistanê peymana korîdora dexlê ya li Stenbolê hat îmzekirin wekî serkeftineke girîng nirxand û ji ber rola wî ya kilît a ji bo pêşîlêgirtina qeyrana xurekê Serokomar Recep Tayyîp Erdogan û Tirkiyeyê pîroz kir. 

 Kuweyt û Bahreyn ji ber peymana korîdora dexlê ya li Stenbolê kêfxweş e

Wezareta Karên Derva ya Kuweytê der barê mijarê da daxuyanî da û got ku ji ber peymanê kêfxweş e û hewldanûn Tirkiye û NYyê yên ji bo îmzekirina peymanê hatin teqdîrkirin. 

Ersîn Tatarê Serokomarê Komara Tirkan a Qibrîsa Bakur (KKTC) got ku "Di serî da Serokomar Recep Tayyîp Erdogan ez ji dil û can herkesê ku ji bo pêkhatina peymana pêş dibîne ku dexlê Ukraynayê bigihêje bazarên dinyayê ked dan pîroz dikim."

Yekîtiya Afrîkayê ji ber peymana korîdora dexlê ya li Stenbolê kêfxweş e

Musa Faqî Mihemedê Serokê Komîsyona Yekîtiya Afrîkayê daxuyaniyeke nivîskî da û da zanîn ku ji ber îmzekirina peymana ku di himayeya Serokomar Recep Tayyîp Erdogan û Antonîo Guterresê Sekreterê Giştî yê NYyê da ji bo ji ser Behra Reş îxrackirina dexl û berhmên xurekê hat îmzekirin kêfxweş e.

Workneh Gebeheyuyê Sekreterê Îcrayê yê Otorîteya Pêşketina Nav Hikûmetan a li Rojhilata Afrîkayê (IGAD) diyar kir ku bi çar çavan li bendê ne ku bi lez peymanê bixin meriyetê û herkesê ku di pêvajoyê da rola wan heye pîroz kir.

Cyrîl Ramaphosayê Serokomarê Afrîkaya Başûr di civîna çapemeniyê ya hevpar a bi Alassane Outtarayê Serokomarê Perava Diranê Fîlê ra kir da got ku welatên Afrîkayê girêdayî dexla li herêma Rûsya û Ukraynayê ye û divê ev yek wekî xetereyeke rasteqîn bê dîtin. 

Li gor rapora ku Konferansa Pêşketin û Bazirganiyê (UNCTAD) ya Neteweyên Yekbûyî (NY) li parzemînê gelek welatên ku li herêmê girêdayî dexlê Rûsya û Ukraynayê ne bi qeyrana xurekû û zêdebûna bihayan ra rû bi rû ye.

Welatên Afrîkayê di navbera 2018-2020î da ji Rûsyayê bihayê 3,7 milyar dolarî dexl îthal kirin û ji îthalata tevahî ji sedî 44 ji van herdu welatan kirin.

Halêhazir 25 welat ji sêyan parekî zêdetir dexlê ku îthal dike ji van herdu welatan îthal dike û li hin welatan ev girêdan derdikeve ji sedî 90î. AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE