"Divê Almanya hişyariya xwe ya ji bona seyahetê cardin binirxîne"

Wezîrê Karên Derva Mevlut Çavuşoglu: "Divê Almanya hişyariya xwe ya ji bona seyahetê li gor krîterên objektîf cardin binirxîne. Dostên me yên Alman jî dixwazin ji bona geştê werin Tirkiyeyê."

Çavuşogluyê li Berlînê ye piştî hevdîtina bi Wezîrê Karên Derva yê Almanyayê Heîko Maas ra di daxuyaniya çapemeniyê ya hevbeş da axivî.

Wezîrê Karên Derva Çavuşoglu der barê hişyariya seyahetê ya Almanyayê da ku ji ber şewba vîrusa koronayê ya nû (Kovîd-19) ji bona Tirkiyeyê hatibû kirin wiha got: "Divê Almanya hişyariya xwe ya ji bona seyahetê li gor krîterên objektîf cardin binirxîne. Dostên me yên Alman jî dixwazin ji bona geştê werin Tirkiyeyê."

Wezîrê Karên Derva Çavuşoglu ji bona îdiaya Fransayê ku keştiyên Tirkiyeyê keştiyên Fransayê hildane teqîbatê wiha got: "Îdiaya keştiyên me ketine teqîbatê rast nîne. Divê Fransa ji me lêborînê bixwaze."

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE