"Divê Amerîka niha rojhilatê Feratê biterikîne"

Erdogan piştî serdana xwe ya li Îranê di vegerê da di balafirgehê da ji rojnamevanan ra axivî.

"Divê Amerîka niha rojhilatê Feratê biterikîne"

Serokomar Recep Tayyîp Erdogan, "Divê Amerîka niha rojhilatê Feratê biterikîne. Tesbîta ji pêvajoya Astanayê derketiye ev e. Lewra Amerîka rêxistinên terorê yên li wir xwedî dike."

Erdogan piştî serdana xwe ya li Îranê di vegerê da di balafirgehê da ji rojnamevanan ra axivî.

Serokomar Erdogan diyar kir divê Amerîka niha rojhilatê Feratê biterikîne û wiha got, "Tesbîta ji pêvajoya Astanayê derketiye ev e. Lewra Amerîka rêxistinên terorê yên li wir xwedî dike."

Erdogan diyar kir der barê F-16an da bi Joe Bîdenê Serokê Amerîkayê ra axiviye û wiha peyivî, "Bîden şertê Yûnanistanê daneniye ber me. Me got ku weke endamên NATOyê divê em hiqûqa hev biparêzin. Meseleya şertekî wiha me eleqedar nake."

Serokomar Erdogan li ser pirsa der barê operasyoneke li bakurê Sûriyeyê da wiha got, "Mijara herekateke nû heya fikarên me yên li ser ewlehiya neteweyî neyên berterefkirin wê herdem di rojeva me da be."

Erdogan destnîşan kir ji sînorê Sûriyeyê heya 30 kîlomêtro li başûr di têkoşîna dijî rêxistinên terorê da dixwazin Rûsya û Îran bi me ra bin û got ku divê desteka hewcedar bidin me.

Serokomar Erdogan got ku li bakurê Sûriyeyê wisa difikirin ku bi hejandina alaya rejimê ew ê artêşa Tirkiyeyê bixapînin lê em pê naxapin.

Erdogan diyar kir helwesta Vladimîr Putînê Serokê Dewleta Rûsyayê ya li ser hewldanên wan erênî ye û wiha pê da çû, "Hin pêşniyazên din li me kir. Di warê xaza siruştî, Akkuyu û mijarên din da em hevkariya xwe didomînin."

Serokomar Erdogan li ser pirsa der barê avakirina korîdora dexl da wiha got, "Em dixwazin vê hefteyê mutebeqatê nivîskî jî çêkin. Em hêvî dikin di rojên pêş da em dest bi bicîanîna vê planê bikin."

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE