"Divê êdî pergala Neteweyên Yekbûyî bê guherandin"

Erdogan: "Em ê di mijara ziyaretkirina Qudsê da welatiyên xwe teşwîq bikin û li hemberî dagirkeran bisekinin da ku bila nikaribin çirayên Qudsê jî bitemirînin."

"Divê êdî pergala Neteweyên Yekbûyî bê guherandin"

Serok Erdogan: "Em ê di mijara ziyaretkirina Qudsê da welatiyên xwe teşwîq bikin û li hemberî dagirkeran bisekinin da ku bila nikaribin çirayên Qudsê jî bitemirînin."

 "Heta Misilman hebin û heta ku kesên heq, edalet û azadiyê diparêzin hebin înşellah wê Filistîn jî hebe."

 "Bi taybetî Filistîna welatê xêr, aştî û medeniyetê û Qudsa Şerîf ku roniya çavên Filistîn û hemû alema Îslamê silav dikim. Ez ji vir silavên xwe ji keç û ewladên ciwan yên Filistînê ra dişînim ku ji bona parastin û mihafezekirina Qudsê canê xwe feda dikin û silavên xwe ji penaberên ji Filîstînê ra dişînim ku 70 sal in bi hesreta welêt hêsirê çavan dibarînin."

 "Li ser vê axa ku sînorên wê bi xwînê hatine xêzkirin divê em di nav dilê xwe de sînorên nû xêz nekin û dîwarên nû lê nekin."

"Îro heke li Yêmenê bi milyonan birçî û şerpeze hebin divê berpirsyarê vê li cihekî din neyê gerîn. Berpirsyar kî ye? Dîsa em in, yanî Misilman, yanî qaşo Misilman."

 "Sedema hemû xwîn û xiravê û vê qeyrana ku em tê da ne û ji Sûriyeyê bigir heta Yêmenê, ji wir bigir heta Filistîn û hemû herêmê diqewime ew dîzayna ku bi Şerê Mezin hatiye kirin e."

"Divê em êdî nekevin dafika kesên ku bi hişmendiya dilopeke neftê ji dilopeke xwînê qîmettir e tevdigerin."

 "Divê êdî pergala Neteweyên Yekbûyî bê guherandin."

"Di mijara Filistînê da bigir heta şerên navxweyî û her mijarê da ew saziyên navneteweyî yên ku ji bo çareseriyê me li deriyên wan xist mirazê me di çavê me da nehiştin? Êdî em ji wan çi hêvî dikin? Em çi hêvî dikin? Ew tu carê ji bo ku xêrek bigihêje me hewl nadin û naxebitin."

"Dîrok ji bo me ne tevahiya bûyerên ku qewimîne ye, wesîqeya hêz û wêrekiya ku me jê îbret girtî ye ye. Her bûyera baş an xirab ya ku qewimiye ji bo me Misilmanan bûyerên divê li ser bi hesasî bê fikirîn, baş bê analîzkirin e."

 "Wek dewletên endamên ÎSEDAKê em ticareta xwe çiqasî zêde bikin em ê ewqasî xurt bibin."

"Li gor baweriya me kî kesekî bêguneh bikuje, wek ku hemû mirov kuştine tê hesibandin. Emê jî wek şopînerên vê baweriyê li hemberî înfazên bêdaraz û kuştinên hovane dengê xwe derxin. Li ku dera dinyayê dibe bila bibe, li hemberî zilm û bêedaletiyê ewil emê dengê xwe derxin."

"Ez careke din dixwazim binê wê xêz bikim ji bo bazirganiya hundir ya Teşkîlata Hevkariyê ya Îslamê em dixwazin ji sedî 25 zêde bikin. Ji bo ku pergala bazirganiyê ya bitercîh bikeve rewacê ez bangî welatên Îslamê dikim ku bila lîsteyên xwe yên tawîzê yên mijarê ra eleqedar in rojane bikin û prosedurên din temam bikin."

AA

Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE