"Divê em bi hev ra dijî nijadperestiya dijîtal têkoşînê bidin"

Erdogan: "Armanca me ew e ku li welatê me bihusteke ku binesaziya ragihandinê lê tunebe nemîne."

"Divê em bi hev ra dijî nijadperestiya dijîtal têkoşînê bidin"

Serok Recep Tayyîp Erdogan, "Dawiya dijîtalîzma ku şexsan tenê ji nav yan jî ji nimroyekê îbaret dibîne derdikeve nijadperestiyê. Divê em bi hev ra dijî nijadperestiya dijîtal têkoşînê bidin."

Erdogan di Civîna Edalet û Jin ya Navneteweyî ya 4emîn da axivî ku Komeleya Jin û Demokrasiyê (KADEM) bi hevkariya Wezareta Malbat, Xebat û Xizmetên Civakî li dar xist.

Serok Erdogan destnîşan kir zor û zehmetiyên ku dewletên pêşketî di têkoşîna dijî şewbê da dîtin eşkere kir ku hêza di warê aborî û siyasî da bi tena serê xwe têrê nakin.

Erdogan diyar kir dawiya dijîtalîzma ku şexsan tenê ji nav yan jî ji nimroyekê îbaret dibîne derdikeve nijadperestiyê û got ku divê em bi hev ra dijî nijadperestiya dijîtal têkoşînê bidin.

Serok Erdogan di axaftina xwe da got armanca me ew e ku li welatê me bihusteke ku binesaziya ragihandinê lê tunebe nemîne.

Erdogan diyar kir heger dawiya guherîna radîkal ya însanan ku di çaryeka sedsalê da heyata wan ya edetî zehf guherî bingeheke binesaziyê ya baş neyê avakirin wê veguhere koletiyeke nûjen û wiha axivî: "Divê rê li ber bê girtin ku yên teknolojiyê pêşva dibin û yên wê çêdikin tenê bi çavê qezencê li însanên ku teknolojiyê diemilînin mêze nekin."

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE