"Divê em CHPê jî rizgar bikin"

Serok Erdogan: "Ev zatê ku serokatiya mixalefeta sereke dike, ne tenê bela serê milet e, bela serê CHPê ye jî. Divê em CHPê jî rizgar bikin."

"Divê em CHPê jî rizgar bikin"

Serok Erdogan: "Ev zatê ku serokatiya mixalefeta sereke dike, ne tenê bela serê milet e, bela serê CHPê ye jî. Divê em CHPê jî rizgar bikin."

"Çi dikin bira bikin, di hilbijartina adara 2019an da encam wê eynî derkeve, înşallah wê dîsa heman hezîmetê bibînin."

 "Di nezera me da tu ferqa şivanê ku seba rizqê helal li ser çiyayên Silîva berxê xwe diçêrîne û masîgirên ku li ser Behra Reş li ber pêlên dijwar berxwe didin, tuneye. Di hilbijartinên Adara 2019an da jî em ê li gor heman rêgezan hereket bikin." 

 "Weke her heyamên hilbijartinê vê carê jî hewl didin ku di navbera mihacir û ensaran da tovên fitneyê bireşînin. Bay Kemal vê baş bizane, me ji mihaciran jî pir hez kir, ji ensaran jî."

 "8 şaredarên jin ên AK Partiyê hene. Ev têrê nake. Daxwaza me ew e hejmara şaredaran li gor rêjeya nifûsê be."

 "Hilbijartina adara 2019an hilbijartineke ji rêzê nîne. Ev hilbijartina îdareyên herêmî ne, belkî jî ev ê dawiyê li mixalefeta sere bîne."

 "Ev zatê ku serokatiya mixalefeta sereke dike, ne tenê bela serê milet e, bela serê CHPê ye jî. Divê em CHPê jî rizgar bikin."

"Ji bo ku encamên hilbijartina 24ê Hezîranê ji her alî va pêşiya îdareyê veke, divê hilbijartina 2019an jî bi serkeftî derbas bibe."

"Ji ber ku hêviya qezenckirinê ya mixalefeta sereke tuneye, wê her rêyê biceribîne ku hilbijartinê bê îtibar bike. Ji niha va seba ku bi şaxa siyasî ya rêxistina terorê ya cudakar ra tifaqê çêke, hewla bazariyên qirêj dike, ev badilhewa nîne. Ji aliyekê va çîçekan diavêjin cem şaxên siyasî yên rêxistina terorê ya cudakar ji aliyekê va jî bi zimanê Esedê zalim va êrîşî mihacirên Sûriyeyî dikin."

AA

Dîroka nûkirinê: 22 Cotmeh 2018, 17:49
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE