"Divê em cudahiyên xwe wek dewlemendî bibînin"

Serok Erdogan li Yeşilkoyê di merasima xîmdanîna Dêra Qedîm ya Suryaniyan ya Mor Efremê da axivî.

"Divê em cudahiyên xwe wek dewlemendî bibînin"

Serokê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan: "Ji Îspanyayê heya Afrîkaya Bakur deriyê me jî dilê me jî ji bona hemû mezlûmên ku ji her derê hatine vê erdnîgariyê vekiriye."

Erdogan li Yeşilkoyê di merasima xîmdanîna Dêra Qedîm ya Suryaniyan ya Mor Efremê da axivî.

Serok  Erdogan destnîşan kir Dêra Qedîm ya Suryaniyan ya Mor Efremê ku xîmê wê tê danîn ji bona Stenbolê qîmeteke mezin e.

Erdogan destnîşan kir çêkirina Dêra Qedîm ya Suryaniyan ya Mor Efremê wê di nav du salan da temam bibe.

Serok Erdogan diyar kir ji Îspanyayê heya Afrîkaya Bakur deriyê wan jî dilê wan jî ji bona hemû mezlûmên ku ji her derê hatine vê erdnîgariyê vekiriye û got ku di bîra me û dilê me da cudakariyê cî negirtiye û ew ê negire jî û wiha dewam kir: "Herî dawîn jî ji Sûriye û Iraqê ku di nav da tevî xwîşk û birayên me yên Misilman yên Ereb, Kurd û Tirkmen ji gelek komên dînî yên mîna Suryanî û Êzdî qederê 4 milyon kes li welatê me mêvan in. Ligel gelek êş û janên 150 sal in li herêma me diqewimin û bûn sedema texrîbatê me qet destûr neda ku îradeya me ya jiyana bihevra zirarê bibîne. Hemû kesên tevkariya hezkirin û sedeqatê dan Tirkiyeyê li gor me welatiyên sereke yên welatê me ne."

Erdogan destnîşan kir armanca sereke ya rêxistinên terorê û hêzên wan diemilînin welatê hevbeş e û got ku ji bona em nehêlin ew bi ser bikevin divê em cudahiyên xwe wek dewlemendî bibînin û 82 milyon bi hev ra hereket bikin.

Dîroka nûkirinê: 05 Tebax 2019, 17:54
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE