"divê em derseke mezin bidin wan"

Erdogan li Hîpodroma Navenda Çandê ya Ataturk di Mitînga Mezin ya Enqereyê ya Îtifaqa Cumhur da ku bi beşdariya Serokê Giştî yê MHPyê Devlet Bahçelî hat lidarxistin da axivî.

"divê em derseke mezin bidin wan"

Serokomarê Tirkiyeyê û Serokê Giştî yê AK Partiyê Recep Tayyîp Erdogan: "Wê ev hilbijartin dawiya durûyên îradeya neteweyî bîne."

Erdogan li Hîpodroma Navenda Çandê ya Ataturk di Mitînga Mezin ya Enqereyê ya Îtifaqa Cumhur da ku bi beşdariya Serokê Giştî yê MHPyê Devlet Bahçelî hat lidarxistin da axivî.

Serok Erdogan destnîşan kir 31ê Adarê wê hesabdîtina di sandoqê da nebe û got ku em ê pêşeroja xwe kifş bikin û wiha dewam kir: "Em ê di 31ê Adarê da bersiveke wisa bidin wan kesên ku li perê dinyayê yê din me tehdîd dikin û ew ê êdî kes newêribe ji vî miletî ra tiliya xwe bihejîne."

Erdogan der barê namzediya Mansur Yavaş ya ji bona Enqereyê da wiha got: "Hela bifikirin, heger ev zilam li Enqereyê bê hilbijartin wê senedên sexte yên bi çi awayî çêke. Loma jî divê em derseke mezin bidin wan."

Serok Erdogan diyar kir wê ev hilbijartin dawiya durûyên îradeya neteweyî bîne.

Erdogan di xeberdana xwe da balê kişand ser gotinên Sezaî Temelliyê Hevserokê Giştî yê HDPyê û wiha got: "Nikarin îtiraz bikin lewra ji vana ra gotin 'Bizanibin ku hûn bi rayên me hatin hilbijartin' û ultîmatom di serî da hat dayîn."

Serok Erdogan diyar kir ku Nexweşxaneya Bajêr a Etlîkê ew ê di dawiya salê da were vekirin.

Erdogan diyar kir wê di heyama pêşiya xwe da bi teknolojiya taybet û pêşketî ya pîşesaziya parastinê va Tirkiyeyê têxin lîstikvanê kurewî.

Serok Erdogan destnîşan kir Enqereyê terciha xwe ne ji bo xirabkirin û qedexeyan, ew êji bo pêşketin û azadiyan bide.AA

Dîroka nûkirinê: 27 Adar 2019, 17:10
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE