"Divê firsendê nedin nijadperestiya aşiyê"

Serokomar Erdogan destnîşan kir civaka navneteweyî li ber bandorên neyînî yên şewba Kovîd-19ê îmtihaneke baş neda û got ku Konseya Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî (NY) di dîroka xwe da qeyrana herî mezin ya tenduristiyê 100 roj bi şûn da hilda rojeva xwe.

"Divê firsendê nedin nijadperestiya aşiyê"

Serokomar Recep Tayyîp Erdogan, "Ji bona xeletiyên di dema şewbê da neyên dubarekirin zehf girîng e ku firsendê nedin nijadperestiya aşiyê."

Erdogan li Navenda Kongreyê ya NESTê di "Foruma Diplomasiyê ya Antalyayê" da axivî ku Ajansa Anadoluyê (AA) Şirîkê Ragihandinê yê Global e.

Serokomar Erdogan destnîşan kir civaka navneteweyî li ber bandorên neyînî yên şewba Kovîd-19ê îmtihaneke baş neda û got ku Konseya Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî (NY) di dîroka xwe da qeyrana herî mezin ya tenduristiyê 100 roj bi şûn da hilda rojeva xwe.

Erdogan destnîşan kir ji bona xeletiyên di dema şewbê da neyên dubarekirin zehf girîng e ku firsendê nedin nijadperestiya aşiyê.

Serokomar Erdogan diyar kir di demên dawîn da nîqaşên li ser Tirkiyeyê ku car caran tînin rojevê û dibêjin ji eksê derketiye nîşaneya çavnebariyê ye.

Erdogan got ku di destê me da ye ku em nehêlin çavkaniyên vejenê yên li Rojhilatê Behra Sipî bibin sedema rageşiyê, lê bibin wesîleya yekîtiyê.

Serokomar Erdogan destnîşan kir di heyama pêş da dixwazin piyekî pergelê daynin Tirkiyeyê û bi yê din jî ji Afrîkayê heya Amerîkaya Latîn û ji Pasîfîkê heya Asyayê li her derê yekîtiyê zêde bikin.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE