"Divê hemû berpirsyarên cinayeta Kaşikçi derkevin holê

Erdogan: "(Cemal Kaşikçi) Ji kesên ku emrê vê cinayeta hov da heta kesên ku tetbîqkirin hemû berpirsyar dernekevin holê ne mimkûne ku ne alema îslamê ne jî raya giştî ya dinyayê tetmîn bibe."

"Divê hemû berpirsyarên cinayeta Kaşikçi derkevin holê

Serok Recep Tayyîp Erdogan: "(Cemal Kaşikçi) Ji kesên ku emrê vê cinayeta hov da heta kesên ku tetbîqkirin hemû berpirsyar dernekevin holê ne mimkûne ku ne alema îslamê ne jî raya giştî ya dinyayê tetmîn bibe."

 "Di encama hevdîtinên ku me kirin de Birêz Pûtîn biryar da ku di mijara vîzeyan de vîze qismî bên rakirin."

"(Cinayeta Cemal Kaşikçi) Me tu carî ev bûyer wekî mijareke siyasî nedît. Ev bûyer ji bo me cinayeteke namerd e û dê wisa jî bimîne."

 "Ji dema ku haya me ji hedîseyê çêbû pê ve me ji bo ronîkirina cinayetê hemû derfetên xwe seferber kirin. Ev cinayeta ku birêvebiriya Siûdî pêşî înkar kir, pişt re jî hewl da ku şaş nîşan bide û dawiya dawî de qebûl kir bi saya vê helwesta biryardar a Tirkiyeyê derket holê."

 "Divê demildest dawî li êşên gelê Yêmenê bê anîn. Serxwebûn, desthilatdarî, yekîtî û yekîtiya axa Yêmenê teqez divê bê parastib."

 "Wekî rojavayê Feratê em ê di demek nêz de rojhilatê wî jî ji zilm û dagirkeriya rêxistina terorê ya dabeşker xilas bikin."

"Em ê li bakurê Sûriyeyê destûrê nedin tu teşekulên ku ji bo welat û herêma me tehdît e."

 "Heta ku aliyê Rûm polîtîkayên xwe yên mutecawîz ên ku mafên eslî yên Tirkên Qibrîsê ji nedîtinê tê bidomîne em ê tevdîrên hewce bistînin"

 "Em ê tu carî destûr nedin ku mafên KKTCya ji xwediyên eslî yên çavkaniyên hîdrokarbonê yên li Behra Spî bi emrêwaqiyan bên xesbkirin."

AA

Dîroka nûkirinê: 02 Kanûn 2018, 11:53
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE