Serok Recep Tayyîp Erdogan, "Divê hemû kesên ku li vî welatî dijîn bêyî îstisna piştgiriyê bidin xebatên der barê ewlehiya trafîkê da."
Erdogan li Navenda Çand û Kongreyê ya Gel ya Beştepeyê di Bernameya Plana Xebatê û Belgeya Stratejiyê ya Ewlehiya Trafîka Rêbejê ya 2021–2030yî da axivî.
Serok Erdogan diyar kir divê hemû kesên ku li vî welatî dijîn bêyî îstisna piştgiriyê bidin xebatên der barê ewlehiya trafîkê da û wiha got, "Türkiye li dinyayê di rêlibergirtina mirinên ji ber qezayên trafîkê da yek ji du dewletan e ku hedefa xwe ya ji sedî 50 bi dest xistiye."
Erdogan der barê qezayên trafîkê da destnîşan kir ji bona dilê wan rihet bibe û qelbê wan mutmaîn be reqama ku divê bibînin sifir qeza, sifir mirin û sifir êş e û wiha axivî, "Parastina peyayan, kesên li motorbisqilêt û bisqilêtan siwar dibin û astengdar û kal û pîr ji bona me beriya her tiştî tên."
AA