"Divê kesên wiha yên şîzofrenîk ji parlementoyê bên paqijkirin"

Erdogan di axaftina xwe da got ku min bi salan serokwezîrî û serokomarî kir, lê herî zêde heyfa min tê bi wê heyfê ku mixalefeteke sereke ya di tayê min da derneket pêşberî min.

"Divê kesên wiha yên şîzofrenîk ji parlementoyê bên paqijkirin"

Serokkomar û Serokê Giştî yê AK Partiyê Recep Tayyîp Erdogan ji bo gotinên Ozkoçê CHPyî yên der barê Zengîna ji AK Partiyê da wiha got: "Ewilî divê kesên wiha yên şîzofrenîk ji parlementoyê bên paqijkirin. Ji bo vê yekê divê gav bên avêtin. Heke em parlementoya xwe ji weqayên wiha şîzofrenîk paqij nekin wê heyfa vê parlementoya Komara Tirkiyeyê be."

Erdogan di Civîna Koma Meclisê ya AK Partiyê da axivî.

Serok Recep Tayyîp Erdogan ji bo gotinên Engîn Ozkoçê Wekîlê Serokê Koma CHPyê yên der barê Ozlem Zengîna Wekîla Serokê Koma AK Partiyê da wiha got: "Ewilî divê kesên wiha yên şîzofrenîk ji parlementoyê bên paqijkirin. Ji bo vê yekê divê gav bên avêtin. Heke em parlementoya xwe ji weqayên wiha şîzofrenîk paqij nekin wê heyfa vê parlementoya Komara Tirkiyeyê be."

Erdogan di axaftina xwe da got ku min bi salan serokwezîrî û serokomarî kir, lê herî zêde heyfa min tê bi wê heyfê ku mixalefeteke sereke ya di tayê min da derneket pêşberî min.

Serok Erdogan got ku xeberên tên elemetên baş nînin, hewa heger wiha here bi qasî 3 meh şûnda Stenbol dê ber bi bêaviyê here û heman tişt ji bo Enqereyê jî derbasdar e.

Erdogan diyar kir Lireyê Tirk êdî nade zirarkirin û wiha got: "Dev ji dolar molar berdin; em vegerin perê xwe, Lireyê Tirk. Lireyê Tirk êdî nade zirarkirin. Em netewetî, xwemaliya di vê derê da jî nîşan bidin."

Serok Erdogan destnîşan kir fabrîqeya tank-paletê ya li Arifiyeyê nehatiye firotin, ji bona 25 salan bi şirîkatiya sermayeya Qeter û Tirkan niha bona fîrmaya BMCyê hatiye tehsîskirin û got ku firotin bi tu awayî tuneye. Em ê di demeke nêzik da veberhênaneke taybet li welatê xwe bidin destpêkirin ku wê ji xeynî kapsulên bombeyên F-16 û SÎHAyên me tijekirina teqemeniyan jî bi temamî li welatê me çêbibe."

AA

Dîroka nûkirinê: 26 Mijdar 2019, 17:45
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE