''Divê NATO xwe rojane bike''

Erdogan: "Li gor gef û xetereyên roja îroyîn divê NATO xwe rojane bike."

''Divê NATO xwe rojane bike''

Serok Recep Tayyîp Erdogan: "Li gor gef û xetereyên di roja îroyîn da divê NATO xwe rojane bike."

Erdogan beriya ji bona beşdarî Civîna Serokên Hikûmet û Dewletê ya NATOyê bibe here Londraya paytextê Îngilistanê li Balafirgeha Esenbogayê di daxuyaniya çepemeniyê da axivî.

Serok Erdogan destnîşan kir li gor gef û xetereyên di roja îroyîn da divê NATO xwe rojane bike û wiha got: "Divê em hemû dewletên endam guherîneke ku wê li hember rêxistinên terorê helwesteke biryardar û baş derxe holê pêk bînin. Em hêvî dikin ku dewletên endam li alternatîfan negerin û di dewsa wê da xebatên ku NATOyê li hember gefên hevbeş zexim dike bimeşînin."

Erdogan diyar kir her çiqas hin derdorên niyeta wan xirab e hewl didin endamtiya dewleta wan ya NATOyê qirêj bikin jî helwest û ciyê wan eşkere ye û wiha dewam kir: "Heke dostên me yên di NATOyê da yên ku em wekî rêxistina terorê dipejirînin û pê ra têkoşîna dijî terorê didin wek rêxistina terorê qebûl nekin bila li qisûrê nenêrin em ê dijî hemû pêngavên ku li wir tên avêtin derkevin."

Serok Erdogan got ku em dewleta tekane ne ku li Sûriyeyê dijî DEAŞê şer kir û rêxistin belawela kir.

Erdogan ji bona vetokirina verastkirina der barê santralên termîk da destnîşan kir saziyên ku nahêlin însanên wan hewaya paqij hildin nadin xebitandin û wiha peyivî: "Gelê min dibêje 'Li vê derê em ji ber qirêjiya hewayê mixabin nikarin bijîn'. Kar kuta bûye. Di vê derê da rayeya dayînê biryarê di pileya yekemîn da di destê gelê min da ye."

Serok Erdogan balê kişand ser di santralên termîk da emilandina pergala palandinê û wiha axivî: "Heger hûn li gor vê biryarê hereket nekin, ji bona ku hûn ê pere qezenc bikin em nahêlin ku însanên me jehrî bibin."

Erdogan der barê ciyê Adil Oksuz da got ku Wezareta Karên Navxweyî ya me gelo wê bi operasyonekê bi çepilên wî bigire bîne, ew jî mijareke din e.

Serok Erdogan ji bona mitebeqata bi Libyayê ra diyar kir Yewnanistan dikare gavên xwe biavêje, heqê wan jî heye û got ku em ê gavên xwe biavêjin, çi lazim dike jî demildest bikin.

Erdogan di berdewamiyê da der heqê mitebeqata bi Libyayê ra wiha axivî: "Dibe ku bûyera Behra Sipî ya Rojhilat nika Fransayê aciz dike, xebata me bi Libyayê ra kir dibe ku wan aciz dike. Gava me avêt mafê desthilatdariyê yê Libya û Tirkiyeyê ye. Em ji bo mafê desthilatdariyê bi we ra nakevin nîqaşan. Em ê vê bi eşkeretî ji wan ra bibêjin. Em ê mafê xwe yê desthilatdariyê bi we ra nenirxînin."

AA

Dîroka nûkirinê: 05 Kanûn 2019, 10:45
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE