''Divê NATOyê gaveke hê biryardar biavêta''

''Divê NATOyê gaveke hê biryardar biavêta''

Serok Recep Tayyîp Erdogan der barê Civîna Serokan ya NATOyê da wiha got, "Divê nebe civîna şermezarkirinê ya ji rêzê. Divê NATOyê gaveke hê biryardar biavêta."

Erdogan nimêja înê li Mizgefta Hezretî Elî kir û di pey ra pirsên der barê rojevê da bersivand.

Serok Recep Tayyîp Erdogan der barê Civîna Serokan ya NATOyê da ku wê îro di saet 15.00an da bê kirin wiha got, "Divê nebe civîna şermezarkirinê ya ji rêzê. Divê NATOyê gaveke hê biryardar biavêta."

Erdogan ji bona welatiyên Tirk yên li Ukraynayê jî diyar kir Wezareta Karên Derva der barê mijarê da daxuyanî daye û got ku him balyozxane û him jî konsolosxaneyên me amade ne ku gavên hewce dikin biavêjin.

Erdogan piştî midaxeleya eskerî ya Rûsyayê ya li Ukraynayê der barê helwesta Yekîtiya Ewropayê (YE) da got ku Yekîtiya Ewropayê û her wiha hemû hişmendiyên Rojavayî mixabin hê jî helwesteke cidî û biryardar nîşan nedane."

Serok Erdogan diyar kir li Ukraynayê piştî midaxeleya eskerî ya Rûsyayê alema Rojava ku heta îro li ser hev şîretan dida niha jî dîsa şîretên xwe dubare dike.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE