''Divê rê li ber korîdorên însanî neyê girtin û her gav vekirî bin''

''Divê rê li ber korîdorên însanî neyê girtin û her gav vekirî bin''

Wezîrê Karên Derva Mevlut Çavuşoglu, "Me destnîşan kir ku divê rê li ber korîdorên însanî neyê girtin û her gav vekirî bin."

Civîna sêalî ya bi beşdarbûna Wezîrên Karên Derva yên Rûsya-Ukrayna-Tirkiyeyê ku li Antalyayê bi navbeynkariya Tirkiyeyê hat lidarxistin, qediya.

Çavuşoglu li Regnum Carya Otêlê ya li Antalyayê piştî civînê di daxuyaniya çapemeniyê da axivî.

Wezîrê Karên Derva Çavuşoglu diyar kir di navbera Rûsya û Ukraynayê da pêwîstî bi agirbesteke domdar heye û wiha got, "Me destnîşan kir ku divê rê li ber korîdorên însanî neyê girtin û her gav vekirî bin."

Çavuşoglu got ku di civîna Rûsya-Tirkiye-Ukraynayê ya li Antalyayê da hevdîtineke di navbera Putîn û Zelenskiy da bê kirin jî hatiye rojevê.

Wezîrê Karên Derva Çavuşoglu der barê civîna Rûsya-Tirkiye-Ukraynayê da got digel hemû zor û zehmetiyan dikarim bibêjim ku me civîneke medenî li dar xist.

Çavuşoglu got ku terefê Ukraynayê daxwaza xwe ya ku Tirkiye bibe garantor dîsa dubare kir.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE