''Divê Îslam li gorî me nebe em li gorî Îslamê hereket bikin"

Serok Erdogan: "Em ê îtibarê nedin hişmendiya dogmatîk ku dînê ji nav heyatê derdixin, di nav hin qaliban, şikil û tevgeran da hepis dikin."

''Divê Îslam li gorî me nebe em li gorî Îslamê hereket bikin"

Serok Erdogan: "Em ê îtibarê nedin hişmendiya dogmatîk ku dînê ji nav heyatê derdixin, di nav hin qaliban, şikil û tevgeran da hepis dikin."

 "Ji ber baweriyên amorf ên heq û batilê tevlihev dikin û di nav nifşên ciwan da tên pejirandin, fikar tên kirin."

 "Misilmanek divê dînê xwe adapteyî şert û mercên heyatê neke, divê heyata xwe li gor esasên baweriya xwe dîzayn bike. Heger însanek mîna bawer dike ne jî demek bi şunda mîna dijî bawer dike. Heger dîn di heyata însanan da cî negire demek bi şunda tiştên ku dike mîna dîn nîşan dide. Loma jî divê Îslam li gorî me nebe divê em li gorî Îslamê hereket bikin."

 "Ji bona welatê me perçe bikin deriyên hin malan tên nîşankirin. Wek dewlet problemeke me ya wiha tuneye."

 "Teşkilatên me yên ewlekariyê nexasim li ser kesên ku işaret danîne ser deriyan dixebitin, ev kes gava hatin girtin hesabê wê dê were pirsîn"

 "Em di nav heyameke wisa zehmet, ecêb û nebaş da ne ku ezitiyê şûna parvekirinê, reqabeteke xirab şûna hevkariyê, bêxemiyê şûna xemxwariya ji bo kesên din, teşhîrkirinê şûna mehremiyetê, pozbilindiyê şûna dilnizimiyê, bêwicdaniyê şûna merhemetê û têkiliyên nemeşrûbûnê jî şûna zewacê hildane."

 "Em nikarin riza nîşan bidin ku bi projeyên berevajiyî bunyeya me ya neteweyî tovên nîfaqê di navbera însanên me da bireşînin."

 "Valahiya ku mamosteyên wezîfeya xwe bidilsozî dikin nikarin tije bikin, wê tucarên dîn ên dekbaz ên wek yê Pensilvanyayê tije bikin."

 "Êdî ji dêvla zîhniyeta 'kesên tên ber deriyê me em ji wan ra qala dîn bikin' serdema 'ji bo ku em qala dînê xwe yê mezin bikin, em herin ber her deriyan' dest pê dike." 

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE