Berdevkê Serokkomariyê Îbrahîm Kalin destnîşan kir, tundiya ku hêzên dagirker ên Îsraîlê li Qudsê tîne serê gelê Filistînê yê sivîl û bêguneh divê demildest bi dawî bibe.
Kalin li ser hesabê xwe yê Twitterê daxuyanî da û wiha got:
"Tundiya ku hêzên dagirker ên Îsraîlê li Qudsê tîne serê gelê Filistînê yê sivîl û bêguneh divê demildest bi dawî bibe. Bi telîmata Serokomarê me teşebisên me di her astê da dewam dikin. Ji her cure êrîş, tundî û hedîseyên dijî Filistîniyan miqamên Îsraîlê berpirsiyar e."