Wezîrê Xezîne û Darayiyê Berat Albayrak: "Divê em ji bîr nekin di vê pêvajoyê da pêwîst e hemû saziyên me baldar û amade bin."
Wezîrê Xezîne û Darayiyê Berat Albayrak û Wezîra Ticaretê Ruhsar Pekcanê bi hev ra civîna "Em ê Bi Hev ra Qezenc Bikin: Nasandina Krediya Alîkariyê ya KOBÎyan" kirin.
Berat Albayrak di xeberdana xwe da diyar kir divê em ji bîr nekin di vê pêvajoyê da pêwîst e hemû saziyên me baldar û amade bin.
Albayrak destnîşan kir ku ji bona di her geşedanê da aborî tevlihev nebe divê em planên aksiyonê yên demkî, kurt, berfireh û dûr û dirêj bidin destpêkirin.
Wezîrê Xezîne û Darayiyê Albayrak got em ê xebatên ku qîmeta lireyê Tirk zêde dikin bidomînin.
AA