Serokatiya Kar û Barên Diyanetê ragihand, ji bo ku pêşî li ber belabûna koronavîrusa nû (Kovîd-19) were girtin, ji 27ê sibata 2020î roja pêncşemê vir va ji bo umreyê destûr nehatiye dayîn ku ji Tirkiyeyê herin umreyê.
Serokatiya Kar û Barên Diyanetê daxuyanî da û der barê tevdîrên ku seba şewba Kovîd-19ê hatin hildan da agahî da.
Di daxuyaniyê da wiha hat gotin:
"Ji 27ê sibata 2020î vir va ji welatê me çûyînên umreyê sekinîne, ji vê dîrokê şûnda seba umreyê destûr nehatiye dayîn. Kesên ku beriya vê dîrokê ji bo tûrên 20-30 rojî li Erebistana Siûdî ne û vegera wan ji bo dîrokeke pêş me hatibû plankirin, vegera wan pêşda hatine hildan. Di vegera umreyê da ji bo rêwiyan ji Erebistana Siûdî ra doxtor û personelên tenduristiyê hatin şandin û wan rêwî kontrol kirin. Ji duh bişev pê va di nav kesên ku ji umreyê vegeriyan da kesên ku guman li ser rewşa wan heye rakirin nexweşxaneyan û testên wan tên kirin."
AA