Sefîn Dizayiyê Berpirsê Daîreya Têkiliyên Derva yê Herêma Kurdistana Iraqê (HKI) ji bo kesên di şewatên li Tirkiyeyê da mirin peyama sersaxiyê weşand.
Dizayî ji ser hesabê xwe yê Twîtterê peyam parve kir û got ku "Fikir û diayên min bi malbatên qurbaniyên lehiyên demên dawîn û şewatên daristanê yên mezin ên niha ên li Tirkiyeyê û civakên ku mane bin bandora wan da ye."
Dizayî di peyama xwe da sersaxî da gel û hikûmeta Tirkiyeyê û piştevaniya xwe ragihand.
AA