"Dîn, îman, nijad, ziman û erdnigariya terorê tuneye"

Alîkarê Serokkomar Fuat Oktay û Wezîrê Karên Derva Mevlut Çavuşoglu li Christchurcha Zelandaya Nû çûn ziyareta kesên di êrîşa terorê da birîndar bûn. Di nav birîndaran da sê welatiyên Tirkiyeyê jî hene

"Dîn, îman, nijad, ziman û erdnigariya terorê tuneye"

Alîkarê Serokomar Fuat Oktay û Wezîrê Karên Derva Mevlut Çavuşoglu li Christchurcha bajarê Zelandaya Nû çûn ziyareta kesên di êrîşa terorê ya li hemberî du mizgeftan da birîndar bûn.

Oktay û Çavuşoglu li nexweşxaneyê ji hêla rayedaran va hatin pêşwazîkirin, der barê birîndaran da agahî hildan.

Di nav birîndaran da sê welatiyên Tirkiyeyê jî hene.

Oktay û Çavuşoglu ewil sê welatiyên Tirkiyeyê ziyaret kirin, ji wan ra gotin derbasî be û paşê çûn ziyareta Misilmanên din ên ku birîndar bûne.

Oktay û Çavuşoglu silavên Serokkomar Recep Tayyîp Erdogan gihandin birîndaran û peyama wî ya der barê birîndaran da ji wan ra gotin.

Oktay destnîşan kir ku wan birîndaran ziyaret kir, bi meleyê mizgefta rastî êrîşî hat ra axivîn, ji Serokwezîra Zelandaya Nû bigir heta gelek rayedarên din ên hikûmetê ra hevdîtin kirin û wiha pê da çû: "Me vê li Tirkiyeyê jî gotibû û em li vê derê careke din dibêjin. Dîn, îman, nijad, ziman û erdnigariya terorê tuneye. Ez vê yekê bi taybetî ji bo kesên ku digel êrîşê hê jî naxwazin bibêjin teror tînim rojevê, ev çek heke bi awayekî di destê kesekî Misilman da biteqiya de wisa bifikirin ku niha wê dinya rabûya ser piyên paşên. Lê ji bo me terorîst terorîst e. Lewra ji bo terorîst dîn, îman, nijad, erdnigarî û tiştên din qet ferq nake û ji ber vê jî nabe ku mirov bibêje ev terorîstê min û ev jî terorîstê filan cihî, qet tiştekî wisa dibe. Em li vê derê careke din dibêjin û haya hemû dinyayê pê dixin ku teror belayeke wisa ye li her derê û li her cihê dinyayê mimkune rû bide. Ji ber vê jî li hemberî vê belayê divê bi şirîkatî bersiv bê dayîn û zimanekî hevpar bê bikaranîn, ev pir girîng e."

Wezîr Çavuşoglu jî di axaftina xwe da bal kişand ser civînê û got ku di civînê da ew ê komîsyoneke ji Wezîrên Karên Derva pêk tê ava bikin û vê êrîşa terorî ya li dijî Misilmanan qewimî Neteweyên Yekbûyî di serî da li her platformê bînin rojevê.

Dîroka nûkirinê: 20 Adar 2019, 15:57
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE