Dozgeriya Emerîkayê ji bo ku cezayê Hakan Atilla zêde bike serî li temyîzê dabû. Serdozgeriya herêma başûr a Newyorkê serlêdana xwe vekişand.
Serdozgeriya herêma Başûr a New Yorkê gotibû cezayê ku dadgehê da Hakan Atilla kêm e û qerara dadgehê dabû temyîzê.
Dadgehê ji serdozgeriyê xwest ku sedema serlêdanê heta 6ê Kanûnê pêşkêş bike.
Doh dihat çaverêkirin ku dozgerî sedemên daxwaza xwe pêşkêşî dadgehê bike. Lê dozgeriyê serlêdana xwe vekişand.
Hakan Atilla di doza ambargoya li ser Îranê de 32 sal cezayê hepsê xwaribû. Atilla qerara dadgehê dabû temyîzê. Di meha Tebaxê de jî bi riya parêzerên xwe sedema temyîzê dabû dadgeha bilind.
Hakan Atilla wê di 25ê Tîrmehê de bê berdan.