Doza girtina HDPyê ya li Dadgeha Destûra Bingehîn dîsa vebû û raportor hat wezîfedarkirin

Doza girtina HDPyê ya li Dadgeha Destûra Bingehîn dîsa vebû û raportor hat wezîfedarkirin

Zuhtu Arslanê Serokê Dadgeha Destûra Bingehîn der heqê doza girtina HDPyê da ku cardin vebû ji bo lêkolîna ewil wek raportor Bekîr Şahînê Dozgerê Komarê wezîfedar kir.

Dadgeha Destûra Bingehîn îdianameya ji bo girtina HDPyê hatibû berdest bi aramanca temamkirina kêmsasiyan paşve şandibû û Serdozgeriya Komarê ya Darazê jî îdianame ji nû va amade kir û duh şand Dadgeha Destûra Bingehîn.

Li gor agahiyên nûçegihanê AAyê hilda pêvajoya lêkolîna îdianameya der heqê doza girtinê da dest pê kir û ji bo vê jî raportor hat wezîfedarkirin. Hat hînbûn ku raportorê îdianameya doza ewil kontrol kiribû ji nû va hat wezîfedarkirin.

Raportor divê lêkolîna xwe ya ewil temam bike û pêşkêşî lijneya Dadgeha Destûra Bingehîn bike. Lijne piştî pêşkêşkirinê wê ji bo qebûlkirin û yan jî redkirina îdianameyê biryarê bide.

Ev wext li gor rê û rêzikên Qanûna Dadrêsiya Cezayê divê piştî şandina îdianameyê ji 15 rojî derbas nebe.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE