Doza şehîdkirina Qaymeqam Safîturk

Dadgeha Edliyeya Herêma Gazîentabê, di doza şehîdkirina Qaymeqamê Dêrika Mêrdînê Muhammet Fatîh Safîturk da cezayê ku bi destê dadgeha herêmî ji bo 4 berşikan hat birîn, di cih da dît û biryara jinûva darizandina 8 berşikên ku beraet kirin da.

Doza şehîdkirina Qaymeqam Safîturk

Dadgeha Edliyeya Herêma Gazîentabê, di doza şehîdkirina Qaymeqamê Dêrika navçeya Mêrdînê Muhammet Fatîh Safîturk da cezayê ku bi destê dadgeha herêmî ji bo 4 berşikan hat birîn, di cih da dît û biryara jinûva darizandina 8 berşikên ku beraet kirin da.

Daîreya 3yemîn a Cezayê li ser îtiraza dozgeriya komarê, terefê beşdar û parêzerên berşikan, li ser biryara ku Dadgeha Giran a 3yemîn a Mêrdînê di doza şehîdkirina Qaymeqamê Dêrika Mêrdînê Muhammet Fatîh Safîturk da da 15 berşikan, lêkolîn kir.

Daîreyê piştî lêkolîna xwe ya li ser dosyeya ku ji 23 klasoran pêk tê, biryara xwe eşkere kir.

Daîreyê, cezayê muebeta 2 carî girankirî û 28 sal cezayê hebsê yê ku bi destê dadgeha herêmî li berşik Şerîf Mesutoglu hatiye birîn, di cih da dît û biryara dewamkirina girtîbûna berşik da.

Herwiha dadgehê cezayên ku li berşik Fîkret Denîz û Ahmet Denîz ku her yekî 5 sal cezayê hebsê û 20 hezar lire cezayê pere, hatiye birîn û salek hebs û 500 lire jî cezayê pere yê ku li berşik Tahsîn Erdaş hatiye birîn di cih da dît. Herwisa dadgehê biryara beraetê ya ku ji bo berşik Huseyin Îzci, Mehmet Ali Yazil, Saime Ateş Mesutoglu û Abdulkadir Deniz hat dayîn jî li gorî hiqûqê di cih da dît.

Lêbelê dadgehê, dosyeyên berşik Devran Aslan, Fikret Bagi, Tahsin Erdaş, Vedat Erol, Nursel Eser, Zuhal Dalçin, Zinet Erdaş û Mehmet Deniz ku der heqê wan da biryara beraetê hatibû dayîn, veqetand û biryar da ku ev berşik dîsa bên darizandin.

- Şehîdkirina Qaymeqam Safîturk

Qaymeqam Safîturk ku di çarçoveya Biryarnameya Hukmê Qanûnê ya Wezareta Karên Navxweyî da ji bo Şaredariya Dêrikê wekî Wekîlê Şaredar hatibû tayînkirin, lêbelê di 10ê Mijdara 2016an da di êrîşa terorîstên PKKyî ya bi teqemeniya destçêkirî ya li dijî meqamê Qaymeqamtiyê da giran birîndar bûbû û rojek piştî ku rakiribûn nexweşxaneyê şehîd ketibû. Di êrîşê da şofêrê Safîturk, Mustafa Dînçer jî birîndar bûbû.

AA

Dîroka nûkirinê: 14 Adar 2019, 17:40
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE