Dozgerê Sıûdî tê Tirkiyeyê

Serdozgerê Erebistana Siûdî Suud Muceb wê bi Serdozgerê Komarê yê İstanbulê İrfan Fidan re bicive…

Dozgerê Sıûdî tê Tirkiyeyê

Lêpirsîna derbarê qetilkirina Cemal Kaşıkçı de tê berfirehkirin. Serdozgerê Erebistana Siûdî Suud Mucebê ku gotibû “cînayeteke plankirî ye” tê Tirkiyê. Dozgerê Siûdî dê bi Serdozgerê Komarê yê Stenbolê Îrfan Fîdan re bicive û wê li konsolxaneyê lêkolînê bike. Li aliyê din, di çarçoveya lêpirsînê de hin dîmenên nû hatin bidestxistin.

Tirkiye, ji bo çareserkirina qetlkirina Rojnamegerê Siûdî Cemal Kaşıkçı bi biryardarî hewl dide.

Lêpirsîn li gorî rêzikên hiqûqa navneteweyî dewam dike.

Niha bersiva van pirsan tê meraqkirin: Cenazeyê Cemal Kaşikçi li ku derê ye û çima hat kuştin?

Ev Serdozger Suud Muceb e ku wî di daxuyaniya xwe de gotibû: Agahiyên ji Tirkiyê nîşan didin ku ev cînayeteke plankirî ye.

Dozgerê Siûdî dê li Stenbolê bi Serdozgerê Komarê yê İstanbulê İrfan Fidan re bicive. Her wiha dê li serkonsolxaneyê jî lêkolînan bike.

Tirkiye ji Erebistana Siûdî xwest ku 18 gumanbarên girtî îade bike. Lê rêvebiriya Riyadê hêj bersiv nedaye vê daxwazê.

Di lêpirsînê de hûrgiliyeke girîng jî hat bidestxistin.

Di dîmenan de xuya dike ku wesaîdên konsûlxaneyê 3 rojan piştî cînayetê di 5ê Cotmehê de hatine paqijkirin.

Wesaîda meqamê ya Sersefîr Uteybî û mînîbûsek birin serwîsa paqijkirina wesaîdan û bi awayekî baş hatin şuştin.

Dîroka nûkirinê: 29 Cotmeh 2018, 10:40
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE