Dozên tezmînatê yên li dijî Kiliçdaroğlu

Kiliçdaroğlu tezmînata ku wê bida Erdoğan razand jûra îcrayê

Dozên tezmînatê yên li dijî Kiliçdaroğlu

Serokê Giştî yê CHP’ê Kemal Kiliçdaroğlu ji ber îdiayên xwe yên ku Serok Erdoğan û xizmên wî pere transferî girava manê kirine, rastî 3 dozên tezmînatê hatibû. dadgehê biryar dabû ku kiliçdaroğlu tezmînatê bide. serokê chp’ê berdêlê tezmînatê razand hisabê jûra îcrayê.

Serokê CHP’ê Kemal Kiliçdaroğlu îdîa kiribû ku Serok Erdoğan û xizmên wî pere transferî girava Manê kirine.

Li ser vê yekê erdoğan û xizmên wî li dijî Kiliçdaroğlu 3 dozên cuda yên buxtanê vekiribûn.

Dadgehê biryar da û Kiliçdaroğlu neheq îlan kir.

Biryar hat dayîn ku Kiliçdaroğlu buxtanê li malbata Erdoğan kiriye û divê tezmînatê bide.

Serokê CHP’ê berdêla 3 dozên tezmînatan razand hesabê jûra icrayê.

Hat diyarkirin Kiliçdaroğlu 909 hezar 353 lîre daye jûra icrayê.

Parêzerên Serok Erdoğan ji bo tevî faîza qanûnî tezmînata manevî ya bi 698 lîreyî jî were girtin serî li rêveberiya icrayan a Stenbolê da.

Ger dadgeha herêmê ya Asliyeyê biryara tezmînatê erê bike dê pere bê dayîn Serok Erdoğan.

Dîroka nûkirinê: 21 îlon 2018, 13:01
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE