Du malbatên din beşdarî nobeta ewladan bûn

Du malbatên ji Mûşê hatin beşdarî çalakiya rûniştinê ya dayikên Diyarbekirê bûn

Du malbatên din beşdarî nobeta ewladan bûn

Du malbatên din jî beşdarî nobeta ewladan a dayikên zarokên wan revandine çiyê li pêşiya avahiya Serokatiya Bajêr a HDPyê didomînin bûn.

Çalakiya rûniştinê ya malbatên ji ber revandina çiyê ya zarokên xwe HDPyê berpirsyar digirin di 3yê îlona 2019an da dabûn destpêkirin di roja 885an da dewam dike.

Alî-Kevser Uygaç ji bo Rozerîna qîza xwe 8 sal berê di 11 saliya xwe da hat revandin, Ayhan Karakayayê kek jî ji bo Guluzara xuşka xwe ya 8 sal berê di 26 saliya xwe da hat revandin ji Bulanixa navçeya Mûşê hatin û beşdarî nobeta ewladan a li Diyarbekirê bûn.

Uygaçê bav daxuyanî da û diyar kir ku hetanî îro ji qîza xwe tu xeberek hilneda.

Uygaç got dixwaze bigihêje qîza xwe û wiha axivî: "Ez qîza xwe dixwazim. Qîza min were teslîmî dewletê bibe. Hetanî tu neyê ez ji vê derê naçim."

Ayhan Karakayayê kek jî diyar kir ku xuşka wî xapandin û birin serê çiyê, hetanî xuşka xwe hilnede ji vê derê ranabe.

Karakaya wiha pê da çû: "HDPyê xuşka min xapand, revand çiyê. Bira were teslîm bibe, vegere mala xwe. Ez zehf dixwazim ku were."AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE