Du malbatên din jî beşdarî çalakiya rûniştinê ya dayikên Diyarbekirê bûn

Ji Kars û Hakkariyê du malbatên din jî tevlî nobeta ewladan a dayikên Diyarbekirê bûn.

Du malbatên din jî beşdarî çalakiya rûniştinê ya dayikên Diyarbekirê bûn

Ji Kars û Hakkariyê du malbatên din jî tevlî nobeta ewladan a dayikên Diyarbekirê yên ku bi hêviya bigihêjin zarokên xwe yên revandine çiyê li pêşiya avahiya bajêr a HDPyê dabûn destpêkirin, bûn.

Çalakiya rûniştinê ya ku dayikên Diyarbekirê yên HDPyê wekî berpirsyarê revandina zarokên xwe dibînin di 3yê îlona 2019an da dabûn destpêkirin di roja 525emîn da dewam dike. 

Aslihan Bugan ku ji bo kurê xwe Mahmut ku 22 sal berê di 18 saliya xwe da ji Stenbolê revandin serê çiyê, ji Karsê hat û bi kurê xwe Turan Bugan beşdarî çalakiya rûniştinê bû. Her wisa Şahin Salim jî ji Hakkariyê hat û ji bo birayê xwe Nurullah Salim ku 7 sal berê dema 14 salî bû revandin çiyê, beşarî çalakiya rûniştinê bû.

Dayik Bugana 65 salî bi Kurdî diyar kir ku wê kurê xwe di tunebûnê da mezin kir.

Buganê wiha xeberda, "PKKyê ew hilda û neda min. Bi vî halê xwe yê pîrejin ez ketim rêyan. Xwedê ji wan ra nehêle."

Kurê Buganê, Turan Bugan jî diyar kir ku birayê wî ji Stenbolê birin çiyê û 22 sal e ew jê xeber nastînin.

Bugan diyar kir ku wan, çalakiya rûniştinê di têlevîzyonê da dît û wan xwest beşdar bibin.

Şahin Salim ku ji Yuksekovaya navçeya Hakkariyê hat jî diyar kir ku birayê wî di 14 saliya xwe da dema xwendekarê lîseyê bû, hat revandin.

Salim wiha xeberda, "HDPyê birayê min bir. Çawa bir, bira wisa jî bîne. Malbata me ji ber hesretê per û perîşan e."

Salim her wiha bangî birayê xwe kir ku teslîmî hêzên ewlekariyê bibe.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE