Du malbatên din jî beşdarî çalakiya rûniştinê ya dayikên Diyarbekirê bûn

Du malbatên din jî beşdarî çalakiya rûniştinê ya dayikên Diyarbekirê bûn

Du malbatên din jî beşdarî çalakiya rûniştinê ya dayikên Diyarbekirê bûn ku dayik bi hêviya bigihîjin ewladên xwe li pêş avahiya Serokatiya Bajêr a HDPyê bi biryardayî didomînin.

Malbatên ku ji bo zarokên xwe yên bi xapandinrevandine serê çiyê HDPê wek berpirs dibînin ji 3yê Îlona 2019an vir va çalakiya xwe ya rûniştinê didomînin û ev roja 899emîn e ku çalakiya wan dewam dike.

Bedriye Uslu ji bo kurê xwe Mahmut beşdarî çalakiyê bû ku li Diyarbekirê di 2010an da gava 18 salî bû hat revandin. Her wisa Ashat Akin jî ji bo kurê xwe Çetin beşdarî çalakiyê bû ku di 2010an da li Şemdînliya navçeya Hekariyê gava 12 salî bû hat revandin.

Usluya dê, di daxuyaniya xwe ya da rojnamegeran da diyar kir, kurê wê bi rêya HDPyiyan bi xapandin bo serê çiyê hat revandin.

Usluyê bal kişand, ji bo ku dengê wê biçe kurê wê, ew beşdarî çalakiyê bû.

Usluyê diyar kir ku kurê wê di lîseyê da ewladekî jîr bû, xeyalên wî nîvco man û wiha got, "Ez heta bigihîjim kurê xwe ez ê çalakiya xwe bidomînim."

Akinê bav jî bal kişand ku heta ew bigihîje ewladê xwe, ew ê di çalakiya xwe da berdewam be û wiha got, "Kurê min heger min dibîne û dibihîze, bira were teslîmî edaleta Tirk bibe. Ez kurê xwe ji HDPyê dixwazim, wan kurê min revand çiyê. HDPyê bir da PKKyê."

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE