Du malbatên din jî beşdarî nobeta dayikên Diyarbekirê bûn

Ji Siirt û Hakkariyê du malbatên din jî tevlî nobeta ewladan a dayikên Diyarbekirê yên ku bi hêviya bigihêjin zarokên xwe yên revandine çiyê li pêşiya avahiya bajêr a HDPyê dabûn destpêkirin, bûn.

Du malbatên din jî beşdarî nobeta dayikên Diyarbekirê bûn

Ji Siirt û Hakkariyê du malbatên din jî tevlî nobeta ewladan a dayikên Diyarbekirê yên ku bi hêviya bigihêjin zarokên xwe yên revandine çiyê li pêşiya avahiya bajêr a HDPyê dabûn destpêkirin, bûn.

Çalakiya rûniştinê ya ku dayikên Diyarbekirê yên HDPyê wekî berpirsyarê revandina zarokên xwe dibînin di 3yê îlona 2019an da dabûn destpêkirin di roja 549emîn da dewam dike.

Halime Başalê ji bo kurê xwe Zahir ku li Siirtê gava 14 salî bû hat revandin, beşdarî çalakiyê bû. Her wiha Ercan Aktaş jî ji bo xweha xwe Ayşe Aktaşê ku li Hakkariyê gava 16 salî bû hat revandin, beşdarî çalakiyê bû.

Dayik Başalê di daxuyaniya xwe ya bi Kurdî da diyar kir ku kurê wê di 14 saliya xwe da bi destê rêxistina terorê PKKyê hat revandin.

Başalê got, "PKK bira qehr be" û wiha dewam kir:

"Ez ji bo cegera xwe li vir im. Cegera min dax bû. Heger ji bo kurê min nebûya, zêde jî bidana min ez ji Siirtê ranedibûm û nedihatim vê derê. Çi HDP çi PKK kê sebeb be, ez kurê xwe ji wan dixwazim. Kurê min vegere malê."

Yenal Başalê ku ji bo birayê xwe Zahir tevî diya xwe beşdarî çalakiyê bû, diyar kir, ji ber ku ew li birayê wî geriyan, terorîstên PKKyî li wan xistin.

Başal wiha axivî, "Ji ber ku me zarokê xwe xwest, li me dan. Êdî careke din jî me xeber ji birayê min nesitand. Me dît ku ji malbatên ku çalakiyê dikin zarokên hinekan vegeriyan. Lewma me jî xwest ku em beşdarî wan bin. Em ji HDPyê birayê min dixwazin."

- "Bira were teslîmî dewletê bibe"

Ercan Aktaş jî got ku ev bi salan e ew ji xweha wê xeberê nastînin.

Aktaş diyar kir ku xweha wê ji hêla terorîstên PKKyî hat revandin û wiha dewam kir, "Em ji HDP û PKKyê xweha min dixwazin. Bavê min ji ber kedera xweha min, sala 2017an mir."

Aktaş herî dawî bangî xweha xwe kir û teslîmî hêzên ewlekariyê bibe.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE