Du malbatên din jî beşdarî nobeta ewladan bûn

Du malbatên din jî beşdarî çalakiya rûniştinê ya dayikên Diyarbekirê bûn

Du malbatên din jî beşdarî nobeta ewladan bûn

Du malbatên din jî beşdarî çalakiya rûniştinê ya ku ji hêla dayikên Diyarbekirê li ber avahiyê Serokatiya Bajêr a HDPyê hat destpêkirin da ku bigihîjin zarokên xwe, bûn.

Çalakiya rûniştinê ya ku dayikên Diyarbekirê ji ber hinceta zarokên wan bi destê HDPyê birine serê çiyê di 3yê îlona 2019an da li ber avahiyê partiyê dabûn destpêkirin, ket roja 435emîn.

Kubar Otkena ji Hekariyê ji bo kurê xwe Necmecttînê 5 sal berê dema 18 salî bû revandine çiyê hatiye û Çîgdem Firata ji bo qîza xwe Melekê ya 5 sal berê dema 12 salî bûye revandine çiyê hatiye jî beşdarî çalakiyê bûn.

- "Ez kurê xwe ji HDPyiyan dixwazim"

Kubar Otkenê got ev 5 sal e haya wî ji kurê wî tune û wiha axivî: "Ez ji HDPyê hîn bûm ku kurê min bixapandinê birine serê çiyê. Ez kurê xwe ji HDPyiyan dixwazim. Wan kurê min bir. Malbatên gihîştin zarokên xwe ji bo min bûn hêvî ku ez jî bigîhîjim kurê xwe."

- "Ez dixwazim qîza min vegere"

Dayik Çîgdem Firatê jî got qîza wê Melek 5 sal berê dema 12 salî bûye revandine çiyê ji wê rojê vir va wê tu xeber qîza xwe hilnedaye.

Firatê anî ziman ew nizane qîza wê sax e û miriye û wiha dewam kir: "Ev 5 sal e ez vê êşî dikşînim. Ez dixwazim qîza min vegere. Dema telefona min lêdixe, derî dixin ez hew hêvî dikim ku ew qîza min be."

- Mustafa Kemal Ataturk hat bibîranîn

Ji hêla din ji bo Avakerê Komara Tirkiyeyê Mustafa Kemal Ataturk di salvegera wefata xwe ya 82yemîn da merasimeke bibîranîê hat lidarxistin.

Malbatên di destê wan da alayên Tirkiyeyê û weneyên Ataturk hene qasî deqîqeyekê li ser piyan rêz girtin.

Li ser navê malbatê Suleyman Aydinê nobeta ewladan digire axivî.

Paşê di navbera malbatan û HDPyiyan da rageşiyek çêbû ku polês ketin navberê û rageşî dawî bû.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE