Du malbatên din jî tevlî nobeta dayikên li Diyarbekirê bûn

Çalakiya rûniştinê ya dayikên Diyarbekirê di roja 479an da dewam dike...

Du malbatên din jî tevlî nobeta dayikên li Diyarbekirê bûn

Nobeta ji bo ewladan a ku dayikên Diyarbekirê bi hêviya bigihêjin zarokên wan ên bi xapandin revandine serê çiyê li pêşiya avahiya bajêr a HDPyê dabûn destpêkirin dewam dike û du malbatên din jî tevlî çalakiyê bûn.

Çalakiya rûniştinê ya dayikên Diyarbekirê yên ku HDPyê wekî berpirsyarê revandina zarokên xwe dibînin û di 3yê Îlona 2019an da dan destpêkirin di roja 479an da dewam dike.

Zîver Çelîkê ji Sêrtê bo kurê xwe Ferhatê 17 salî ku 3 meh berê bi xapandin revandin serê çiyê û Nadîre Çakan a ji Yuksekovaya Hekariyê tevlî Kerem Çakanê kurê xwe va bo Mihemedê 8 sal berê 13 salî bi xapandin revandin serê çiyê, hatin û beşdarî çalakiyê bûn.

- "Êdî taqeta min tuneye"

Zîver Çelîk di daxuyaniya da rojnamegeran da got ku kurê wî li Stenbolê di înşeatan da dixebitî û rojeka ku neçû kar bi armanca biçe bal hevalên xwe ji malê derket û ji wê rojê vir va tu xeberek jê hilnedan.

Çelîk diyar kir ku ew ji bo ewladê xwe beşdarî çalakiyê bû û wiha domand: "Kurê min Ferhat heke dengê min dibihîzî were. Ew rêya hûn tê da ne rêyeke beredayî ye. Were wê tu zirar negihîje te. Êdî taqeta min tuneye. Kezeba min diperite. Were êdî."

Di berdewamiya axaftina xwe da Çelîk got: "Eleqeya xwe ji ewladê min bibirin. Ez ê heta dawiyê ji bo ewladê xwe liberxwe bidim. Ji bo min êdî paşve gav avêtin tuneye. Xwedê alîkarê zarokên herkesî be. Ez di înşeatan da xebitîm û min ewladê xwe mezin kir. Diya wî wefat kir. Hûn çi ji me dixwazin êdî bese."

Nadîre Çakanê jî di axaftina xwe da got ku ew bo kurê xwe beşdarî çalakiyê bû û wiha domand: "Kurê min çû û bavê wî jî pir li berê ket û wefat kir. Kezeba me dişewite. Kurê min were bavê te jî wefat kir û ez mam bi tena serê xwe."

Kekê wî Kerem Çakan jî got ku birayê wî hêj diçû dibistana seretayî û ew hatiye revandin.

Çakan destnîşan kir ku diya wî ji bo ku bigihîje ewladê xwe her roj digirî û wiha domand: "Tiştê ku bêbext dikin bi tenê zarokan xapandine. Çiqas malbat hene bila werin vê derê. Bavê min ji ber êş û kesera birayê min wefat kir. Bila hemû malbat werin, xwîşk û bira ji bo xwîşk û birayên xwe werin. Bila bizanibin ku tu kes bêxwedî nîne. Dewleta me li vê derê ye."

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE