"Duh bi şev me 3 hedefên cuda bombebaran kirin"

"Duh bi şev me 3 hedefên cuda bombebaran kirin"

Serok Recep Tayyîp Erdogan der barê Herekata Qertelê Zivistanê da wiha got, "Duh bi şev me 3 hedefên cuda bombebaran kirin, quleke ku birevinê ji xwe ra nedîtin."

Erdogan li Bircên Cêwî yên TOBByê di Lijneya Giştî ya Konfederasyona Karsazên Ciwan ya Tirkiyeyê (TUGÎK) da axivî.

Serok Erdogan di axaftina xwe da der barê Herekata Qertelê Zivistanê da wiha got, "Duh bi şev me 3 hedefên cuda bombebaran kirin, quleke ku birevinê ji xwe ra nedîtin."

Erdoganê di xeberdana xwe da bangî Kemal Kiliçdarogluyê Serokê Giştî yê CHPyê kir got ku heger dilê te dixwaze Akkuyu dûr nîne, tu yê herî Akkuyuyê û rewşa santrala meya vejena nukleerî di cî da bibînî.

Serok Erdogan got ku binihêre Kemal efendî di demeke nêzik da santrala vejena nukleerî ya duyemîn jî tê, em nasekinin, em dixebitin.

Serok Erdogan ji bona Kiliçdaroglu got ku bi weşanên li otêleke luks ku şeva wê 100 hezar lire ye ev gel naxape û jê bawer nake.

Erdogan got ku înşellah em ê enflasyona bilind jî meh bi meh kêm bikin û di pey ra jî bi temamî ji holê rakin.


AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE