Ji bo serokatiya RTUKê Ebubekîr Şahîn hat hilbijartin.
Piştî ku duh Yerlîkaya ji peywira xwe ya ku ji 25ê sermaweza 2015an vir ve dike ji ber pirsgirêkên tenduristiya dayik û bavê xwe îstifa kir endamên Lijneyê civiyan.
Di civînê de ji endmên Lijneyê Ebubekîr Şahîn ji bo serokatiyê hat hilbijartin.
Biryar hat dayîn ku Endamê RTUKê û Cîgirê Serok Esat Çiplak jî vê peywira xwe bidomîne.
- Serokê RTUKê Şahîn
Ebubekîr Şahîn di sala 1974an de li Çayeliya Rîzeyê hat dinê. Dibistanê li Rîzeyê lîseyê li Sakaryayê xwend û di sala 1995an de ji Beşa Nasandin û Têkiliyên Gel a Fakulteya Ragihandinê ya Zanîngeha Gaziyê mezûn bû, di sala 2002yan de Makezanista Rojnamegeriyê de lîsansa bilind kir.
Şahîn bi rêzê ve li gelk saziyên wekî Wezareta Karên Navxweyî, TBMM, Wezareta Edaletê, Wezareta Pîşesazî û Bazirganiyê, RTUK, Serokwezîrî peywira birêvebiriyê kir.
Şahîn Arîkariya Serokê Giştî yê Ajansa Anadoluyê jî kir û li Wezareta Malbat û Polîtîkayên Civakî de Arîkariya Misteşar û Mişteşarî kir. Şahîn ji 16ê cotmeha 2017an vir ve endamê RTUKê bû.
AA