"Efxanên ku dewleteke din wan texliye bike mimkûn nîne ku demekê li welatê me bimînin"

"Efxanên ku dewleteke din wan texliye bike mimkûn nîne ku demekê li welatê me bimînin"

Wezîrê Karên Derva Mevlut Çavuşoglu, "Efxanên ku dewleteke din wan texliye bike mimkûn nîne ku demekê li welatê me bimînin. Em ji serê ser da dibêjin ku pêşniyazeke wiha were jî em ê qebûl nekin."

Çavuşoglu û Wezîra Karên Derva ya Hollandayê Sigrîd Kaag piştî hevdîtina li Wezareta Karên Derva di daxuyaniya çapemeniyê da axivîn.

Wezîrê Karên Derva Çavuşoglu diyar kir divê mutebeqeta koçberiyê ya bi Yekîtiya Ewropayê (YE) bê berfirehkirin ku Efxan û Sûriyeyî jî bikevin berê û wiha got, "Di meseleya Efxanan da heger hişmendiya 'em pere didin, Efxanan li welêt bigirin, bila neyên' hebe hevkariyeke wiha çênabe."

Çavuşoglu destnîşan kir Efxanên ku dewleteke din wan texliye bike mimkûn nîne ku demekê li welatê wan bimînin û got ku em ji serê ser da dibêjin ku pêşniyazeke wiha were jî em ê qebûl nekin.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE