"Ekîbên me yen rizgarkirinê 63 kes ji vêderê bi saxî derxistin"

Wezîr Soylu bi balafirê ji Elazığê hat Wanê û li Wanê jî bi firokeyê bi rê ket ku here herêma şepeyê

"Ekîbên me yen rizgarkirinê 63 kes ji vêderê bi saxî derxistin"

Wezîrê Karê Navxweyî Suleyman Soyluragihand ku ekîbên rizgarkirinê 63 kes ji aşîta 2yemîn bi saxî derxistin û sewqî nexweşxaneyê kirin.

Wezîr Soylu serdana herêma ku aşît bi ser ekîba xebatên lêgerîn û rizgarkirinê ya aşîtê de ket, kir.

Soylu di daxuyaniya xwe ya li wêderê de anî ziman ku xebatên lêgerîn û rizgarkirinê bê navber didomin û wiha axivî:

"Ekîbên lêgerîn û rizgarkirinê yên Cendirme, UMKE, AFAD û îtfaiyeyê 63 kes ji Ekîbên me yen rizgarkirinê 63 kes ji vêderê bi saxî derxistin. Astsubayekî cendirme û 10 çawîşên pispor şehîd ketin. Xebatkarekî xeta ragihandinê ya Turkcellê, 3 personelên îtfaiyeyê, 2 yê karêbarê rêbejê herwiha 2 welatiyên sivîl bi giştî 24 kes ji vêderê mirîtî hatin derxistin. Em di wê fikrê de ne 2 kesên din jî hene, di binê mekîneya xebatê de asê mane. Pêdivê mekîneyeke din dahêjin wêderê lê xetereya aşîtê heye. Dibe êvar. Me nirxandin kir em difikirn vekişin. Sibe emê dîsan serdana cihê bûyerê bikin. Heke rewşa hewayê misaîd be emê wan derxin."

Wezîr Soylu got, "Heta nuha hejmara miriyan yên ku neqlî Tibba Edlî bûne, yên ku him me teyîd û tesbît kirine 29 in."

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE