"Eleqeya biryara Belçîkayê bi hiqûqê ra tuneye"

Wezîrê Karên Derva Mevlut Çavuşoglu: "Eleqeya biryara dadgeha Belçikayê ya der barê PKKya rêxistina terorê da bi hiqûqê ra tuneye."

"Eleqeya biryara Belçîkayê bi hiqûqê ra tuneye"

Wezîrê Karên Derva Mevlut Çavuşoglu ji ber biryara dadgeha Belçikayê ya der barê PKKya rêxistina terorê da bertek nîşan da û wiha got: "Eleqeya biryara dadgeha Belçikayê ya der barê PKKya rêxistina terorê da bi hiqûqê ra tuneye."

Çavuşoglu li ser hesabê xwe yê Twitterê bertek nîşanî biryara Mehkemeya Bilind ya Belçikayê ya nehişt ku "Doza Arîadnayê" ya li Belçikayê dewam dike û Tirkiye jî mudaxilê vê dozê ye here darazê da.

Çavuşoglu wiha got: "Eleqeya biryara dadgeha Belçikayê ya der barê PKKya rêxistina terorê da bi hiqûqê ra tuneye. Ev biryar îdeolojîk û siyasî ye. Ev biryareke durû ye ku kesên dixwazin dersa hiqûqê bidin me ji ber tirsê hildane. Ji bona şerê dijî terorê îbret e. Biryarên îdeolojîk yên bi vî awayî wê rê li ber şerê me yê dijî rêxistinên terorê yên bêbext negire."

Dozgeriya Federal di sala 2010an da der barê 36 kes û saziyan da ji ber ku eleqeya wan bi PKKya rêxistina terorê heye lêpirsîn dabû destpêkirin, lê rayedarên Dozgeriya Federal ya Belçikayê eşkere kirin Mehkemeya Bilind ya Belçikayê biryara Odeya Îdianameya Belçikayê qebûl kiriye ku ev doz neçe darazê.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE