Elîf Perinçeka 3 salî ku li Îzmîrê piştî 65 saet ji hejîna erdê, ji enqazê hat derxistin, li yekeya nexweşiya giran a Nexweşxaneya Zanîngeha Egeyê ya ku lê tê dermankirin, dubare ji jiyanê re got merheba.
Elîfa ku weke tedbîr di beşa nexweşiya giran de tê girtin, di dîmenan de diyar dibe ku çavê wê vekiriye, piştekê ji oksîjenê distîne û li ser qeryoleyê wê pêlîstok hene.
Zanîngeha Egeyê dîmenên Elîfê belav kirin û ragihand ku dermankirina wê bi hûrdekarî tê ajotin.
Seher Dereli Perinçek digel 3 zarokên xwe piştî rojekê ji erdhejê ji enqaza Doganlar Apartmanê hatin derxistin, kurê wê Umut Perinçek canê xwe ji dest dabû û ji bo gihiştina Elîf perinçeka keça wê xebat hatibûn xurtkirin.
Dema Elîf ji enqazê hat derxistin, bi tiliya wezîfedareke ekîba lêgerîn û rizgarkirinê girtibû û ji bo erdhejzedeyan bûbû hêvî.
AA