"Em ê 3 milyar 716 milyon lire piştgiriyê li cotkaran belav bikin"

Serokê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan: "Em ê di nav adarê da bi tevahî 3 milyar û 716 milyon lire piştgiriyê li cotkaran belav bikin."

"Em ê 3 milyar 716 milyon lire piştgiriyê li cotkaran belav bikin"

Serokê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan:"Em ê di nav adarê da bi tevahî 3 milyar û 716 milyon lire piştgiriyê li cotkaran belav bikin."

Erdogan li Navenda Kongre û Çandê ya Gel ya Beştepeyê di bernameya cotkaran da axivî.

Serok Erdogan destnîşan kir wê di nav meha Adarê da bi tevahî 3 milyar û 716 milyon lire piştgiriyê li cotkaran belav bikin û wiha got: "Em ê di nav 3 mehên ewil ên îsal da 8 milyar û 777 milyon lire piştgiriyê bidin cotkar û hilberînerên xwe."

Erdogan destnîşan kir wê destûrê nedin ku tu kes çav berî keda hilberîneran û sifreya xêrîdaran bide û wiha axivî: "Spekulatorên di sektora çandiniyê da, mîna terorîstên ku xwe li sînorên me telandine, em wekî pirsgirêkeke ewlekariya neteweyî dibînin."

Serok Erdogan diyar kir ji bo ku deştên lê cotkarî û heywandarî tên kirin biparêzin wê wan wekî qada sîtê îlan bikin û wiha peyivî: "Heke em rabin betonê royî qadên cotkariyê bikin ev ê ji bo welat û milet bibe îxanet. Me hetanî nika 258 deştên xwe wekî sît îlan kirin û em ê vê hejmarê derxin 300î."

Erdogan destnîşan kir armanca wan ew e ku di çandiniyê da hilberîneke biplan bimeşînin, îtxalatê kêm bikin û îxracatê zêde bikin.

Serok Erdogan destnîşan kir rezerva dowîzê ya Bankaya wan ya Navendî gihîştiye 100 milyar dolarî û got ku em ê hê zêdetir bikin û em ê xurt bibin.

Erdogan diyar kir di van hilbijartinan da heke wek ku dixwazin rewşeke bêîstiqrar ava bikin, wê demildest piştî vê ji hemû eniyan va êrîşî welatê me bikin û wiha got: "Plana vê dikin. Ez soz didim, em ê tu carê derfetê nedin wan."

Serok Erdogan destnîşan kir Tirkiye di pêşbaziya fezayê da ciyê xwe digire û got ku gelo CHP çima ji vê aciz dibe?

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE