"Emê 5.Lûtkeya Soçiyê li Tirkiyeyê çêkin"

Erdogan di destpêka axaftina xwe de ji ber mazûmvanî û mêvanperweriyê spasiya Pûtîn kir.

"Emê 5.Lûtkeya Soçiyê li Tirkiyeyê çêkin"

Serokê Komara Tirkiyeyê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan derbarê biryara Amerîkayê ya vekişîna ji Sûriyeyê got, "Berî ku valahiyeke hêzê ya ku bibe mehel ji îstismara PYD, YPG û DEAŞê re, pêdivê pêvajo bên ajotin."

Piştî Lûtkeya Sêalî ya Tirkiye-Rûsya-Îranê ya bi mijara "Sûriyeyê" li Senatoryum Rûsê bi beşdariya Serokê Komara Tirkiyeyê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan, Serokê Federasyona Rûsyayê Vladimîr Pûtîn û Serokê Komara Îslamî ya Îranê Hesen Rûhanî hat lidarxistin, civîneke hevbeş a çapmeniyê hat lidarxistin.

Erdogan di destpêka axaftina xwe de ji ber mazûmvanî û mêvanperweriyê spasiya Pûtîn kir.

Pişt re Erdogan di nezda Rûhanî de ji bo hemî gelê Îranê ji ber êrîşa duh sersaxiyên xwe dubare kirin û got Xwedê rehma xwe li miriyan bike û şîfayê bide birîndaran.

Serok Erdogan got, "Dawiya terorê hezîmet e. Çi yên ku me ji xwe re dikin armanc, çi yên ku Îranê, hemî rêxistinên terorê mehkûmê têkçûnê ne."

Erdogan destnîşan kir ku civîneke bi sûd û serkeftî li dar xistine û got, "Ne li Îdlibê ne jî herêmên din ên Sûriyeyê, em naxwazin qeyranên nû yên mirovî û trajêdya biqewimin."

Erdogan anî ziman ku di civînê de li ser rewşa Îdlibê sekinîne û wiha pê de çû:

"Bi muxtireya Îdlibê tiştê ku bikeve ser milê me, emê bikin. Min hêviyên xwe yên di xala riayeta rejimê bo agirbestê gihandin hevtayên xwe yên Rûs û Îranî. Daxwaza me ew e ku di demeke kurt de komîteyeke bi kordîne digel Neteweyên Yekbûyî, yeke mûteber û hevseng destbikar bibe. Em weke sê welatên gerantor, em biryardar in ku îxtilafa Sûriyeyê di bin banê biryara bi hejmara 2254 a Konseya Ewlekariya NYê bigihînin çareseriyekê. Em di warê berdewamîpêdana civînên lûtkeyê de digel Cenabê Pûtîn û Cenabê Rûhanî mitabiq in. Heta nuha hêviyên bi diyalogê çareserkirina qeyrana Sûriyeyê hewqasî nebişkivîbûn. Me derya derbas kiriye, îdî emê di deryaçeyê de nexeniqin."

Serok Erdogan derbarê biryara vekişîna Amerîkayê ji Sûriyeyê de jî wiha got, "Berî ku valahiyeke hêzê ya ku bibe mehel ji îstismara PYD, YPG û DEAŞê re, pêdivê pêvajo bên ajotin. Nuha netîce mechûl e, nayê zanîn. Em gav bi gav şopînerê vê mijarê ne. Armanc yekparçeyiya axa Sûriyeyê ye, lê belê pêdivê demildest Minbic ji rêxistinên terorê bên paqijkirin û rê nedin ku Îdlib jî ji terorê re biibe qadek. Xwediyê wê axê gelê Sûriyeyê ye."

"Emê 5emîna Lûtkeya Soçiyê li Tirkiyeyê çêkin"

Serok Erdogan tekezî li wê yekê kir ku dê 5emîna Lûtkeya Soçiyê li Tirkiyeyê çêkin û herwiha ji bo Komîteya Destûrê jî wiha got, "Xebat û hewleke nûnerê li Sûriyeyê yê Sekreterê Giştî yê NYê heye. Ez hêvîdar im demildest ev komîte pêk were ku gelê Sûriyeyê biryara çarenûsa xwe bi îradeya xwe teyîd û tesbît bike."AA

Dîroka nûkirinê: 15 Çile 2019, 17:53
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE