"Em amade ne bi pereyê neteweyî ticaretê bikin"

Serok Erdogan: "Ne tenê bi hevkarên xwe yên ticarî yên sereke ra, em amade ne bi hemû dostên xwe yê Afrîkayê û dewletên din ra bi pereyê neteweyî ticaretê bikin.

"Em amade ne bi pereyê neteweyî ticaretê bikin"

Serok Erdogan: "Ne tenê bi hevkarên xwe yên ticarî yên sereke ra, em amade ne bi hemû dostên xwe yê Afrîkayê û dewletên din ra bi pereyê neteweyî ticaretê bikin. Di vir da pirsgirêka sereke çi ye? Divê em hişmendiyê biguherînin. Divê em bawer bikin ku rêyên alternatîf hene."

Serok Erdogan: "Tirkiye girîngiyeke mezin dide hevkariya bi parzemîna Afrîkayê ra."

 "10-15 sal berê Tirkiye tenê li hin herêm û hin qadan da hebû, lê îro li dinyayê dewleteke wisa ye ku di nav tora diplomatîk ya 6emîn da cî digire ku li dinyayê belav bûne."

"Li dinyayê me nûnertiya xwe ya diplomatîk ya herî mezin li Somaliya dewleta Afrîkayê vekir. Tevî balyozxaneyê bi saziyên wekî TÎKA, Enstîtuya Yunus Emre, Weqfa Mearifê, Ajansa Anadoluyê û Rêhewayên Tirkiyeyê me hebûna xwe ya li parzemînê berfireh kir." 

"(Civînên hevkariyê yên Tirkiye-Afrîkayê) Em dixwazin civîna sêyemîn di 2019an da cardin li Stenbolê çêkin."

"Kesên di firsendê da dersa demokrasî û mafên mirovan dan me û di her bûyerên biçûk da em rexne kirin, li hember kuştinên ku Îsraîlê li ber kameran kirin bêdeng man, lê dewletên Afrîkayê xwedî li gelê Filistînê û doza Filistînê derketin." 

 "Gelek dewlet derbekeran parastin, lê Yekîtiya Afrîkayê her dem xwedî li demokrasî û hiqûqê derket."

"Li dinyayê barê şer, pevçûn û koçê li ser milên dewletên Rojavayê nîne, li ser milên dewletên pêş neketine û pêş dikevin e."

 "Ez ji hemû dost û xwîşk û birayên xwe yên ji Afrîkayê ra dibêjim; werin em bi pereyên xwemalî û neteweyî karên hevkar bikin."

"Tirk û Afrîkayî azadiya xwe bi xêra hin hêzan bi dest nexistine, bi xwîna law û bav û kalên xwe bi dest xistine."

Serok Erdogan: "Ne tenê bi hevkarên xwe yên ticarî yên sereke ra, em amade ne bi hemû dostên xwe yê Afrîkayê û dewletên din ra bi pereyê neteweyî ticaretê bikin. Di vir da pirsgirêka sereke çi ye? Divê em hişmendiyê biguherînin. Divê em bawer bikin ku rêyên alternatîf hen

AA

Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE