"Em bê beramberî 4 milyar û 622 milyon lîreyî didin esnaf û sinaetkarên xwe"

Serokomar Recep Tayîp Erdogan piştî Civîna Kabîneya Serokomariyê civîneke çapemeniyê li dar xist.

"Em bê beramberî 4 milyar û 622 milyon lîreyî didin esnaf û sinaetkarên xwe"

"Me dubare pabendî bi aweyekî mezin xist bin kontrolê"

Serokomar Erdogan got, "Bi saya tedbîra girtina qismî û ya temamî di meha Remezanê de me dubare pabendî bi aweyekî mezin xist bin kontrolê."

Erdogan wiha axivî:

"Me asta duyem a teqwîma normalîzebûnê gotûbêj kir, di rojên peşiya me de li gorî pêşhatan emê esasên vê sepanê parvebikin. Em destûrê didin fealiyetên vaksînê. Di serî mamoste, em hewl didin temamê komên rîskdar demildest bên vaksînkirin. Em hêvî dikin piştî vê weke berê pêwîstî bi tedbîrên berfireh û sînordarker namîne."

Destekên maddî yên di serdema pandemiyê de

Erdogan derbarê çavkaniyên terxankirî di serdema pandemiyê de ragihand ku dê weke di beşan desteka esnafan bê kirin, di beşa yekem de 5 hezar lîre weke hîbe bo 235 hezar esnafan bê dayîn û wiha got, "Ji destpêka pandemiyê ve heta nuha me bi giştî çavkaniyeke weke 661 milyar lîreyî pêşkêşî xizmeta xelkên xwe kir."


"Berpirsê giştî yê Sûriyeyê yê PKKyê terorîstê bi kodnavê Sofî Nûreddîn hat berterefkirin"

Serokomar Erdogan anî ziman ku berpirsê giştî yê Sûriyeyê yê PKKyê terorîstê bi kodnavê Sofî Nûreddîn li bakurê Iraqê hat berterefkirin û wiha got, "Ev terorîstê ku failê gelek çalakiyên xwînî ye, berpirsê gelek êrîşên li dijî eskerên me yên dema operasyonên Mertalê Feratê û Çiqlê Zeytûnê ye. Dema operasyona Gareyê de dîsa yê ku fermana şehîdkirina 13 însanên me yên masûm da, ev terorîst bû. Rewşa Nûreddîn Sofiyê ku hat berterefkirin, careke din xiste rû ku PKK/KCK û PYD/YPG heman rêxistin in. Ev tişt nikare bê înkarkirin."

Erdogan herwiha got, "Xemgîniya me ya herî mezin, em dibînin ku li welatê me hêjî hinek kesên bê şeref hene ku ji çeteyan mededê dixwazin."

"84 milyon bi hevre nobeda xwe ya ji bo Qudsê em didomînin, emê bidomînin"

Serokomar Erdogan bal kişand ser êrîşên Îsraîlê yên li dijî Filistîn û Mizgefta Eqsayê û wiha got, "Ez îro dubare bibîr dixînim, 84 milyon bi hevre nobeda xwe ya ji bo Qudsê em didomînin, emê bidomînin. Ez Awistiryaya ku alaya Îsraîlê li ser avahiya Serokwezîriya xwe hilda, şermezar dikim. Dewleta Austiryayê herhal ew qirkirina li cihûyan ku kiribû, heyfa wê ji Misulmanan hiltîne."AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE