"Em ê bajarê xwe ji bo veberhênanan bikin navenda cazîbeyê"

Serokê Tirkiyeyê li Meydana Kiliçarslan a Konyayê di mitînga ji hêla partiya wî va hat organîzekirin da xîtabî gel kir...

"Em ê bajarê xwe ji bo veberhênanan bikin navenda cazîbeyê"

Serokomarê Tirkiyeyê û Serokê Giştî yê AK Partiyê Recep Tayyîp Erdogan diyar kir ku hin nezan dixwazin dersê bidin AK Partiyê û got: "Hin kes dixwazin dersê bidin AK Partiyê. Dem dema dersê nîne, dem ew dem e ku em mîna tiliyên du destan bên kêleka hev."

Serokê Tirkiyeyê li Meydana Kiliçarslan a Konyayê di mitînga ji hêla partiya wî va hat organîzekirin da xîtabî gel kir û ragihand ku wê AK Partî tu carî nebe mîna partiyên bênasname, bêşexsiyet û bêvîzyon ku hemû di dîrokê da man û hatin jibîrkirin.

Di axaftina xwe da Serok Erdogan bal kişand ser kesên dane pey hesabên biçûk jî kir û got: "Kesên xelkê biçûk dibînin, qure ne û dixwazin ji xelkê ra bibin efendî nikarin bi me ra bimeşin. Kesên wiha nikarin di nav AK Partiyê da cî bigirin, wê peyderpey tesfiye bibin."

Serok Erdogan deq û dolabên li hemberî Tirkiyeyê tên kirin jî bi bîr xist û wiha pê da çû: "Kesên dixwazin vê hilbijartinê bikin hesabdîtina di sandoqê da û bi hêrs tevbigerin divê ji bîr nekin, di rewşeke wiha da piştî hilbijartinê wê yên li derva ji Tirkiyeyê û gelê Tirk hesab bipirsin."

Di axaftina xwe da Serok Erdogan behsa Meral Akşenera Seroka Giştî ya ÎYÎ Partiyê kir û axaftina xwe wiha domand: "Kemal Efendiyê ku hûn ketine milên hev xwe di pişt parlamenteriya xwe da vedişêre lêbelê ez xebatên ji bo wî bi parêzerên xwe didim kirin ku were darizandin. Çima? Li vî welatî em nikarin ji bo kesên li ber dewleta hiqûqê bêrêziyê nîşan didin û bi terorîstan ra dikevin milên hev bêjin 'De bimeşin', em nikarin kesên YPGyê diparêzin li vî welatî bihêlin. Ev rojên tê yên baş in. Te wetrê tê gotinên ku Tayyîp Erdogan negotine wekî gotiye nîşan bidî û fature bikî. Fatura rastî ew ê li te were birîn."

Serok ji bo Girên Golanê biryarên NYê yên ku hene bi bîr xist û got ku di wan biryaran da jî hikim hene ku heqê Îsraîlê li ser wan deran tuneye.

Serokê Tirkiyeyê mizgînî da şêniyên Konyayê û got: "Me ji bo ku Herêma Endustriya Îhtisasa Vejenê ya Karapinar a li Konyayê bikeve fealiyetê dest bi xebatê kir. Em ê bajarê xwe ji bo veberhênanan bikin navenda cazîbeyê."

Erdogan destnîşan kir ku Şirketa Anonîm a Pergalên Çekan a Konya Aselsanê li Konyayê wê fabrîqeyeke di mijara pergalên bi çek ên ji dûr va tên kontrolkirin ava bike.AA

Dîroka nûkirinê: 22 Adar 2019, 17:22
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE