"Em bangî hemû dinyayê dikin dijî neyartiya Îslamê rabin ser piyan"

Oktay beriya serdana xwe ya li Zelandaya Nû li Mala Mêvanan ya Dewletê ya Balafirgeha Ataturk daxuyanî da rojnamevanan.

"Em bangî hemû dinyayê dikin dijî neyartiya Îslamê rabin ser piyan"

 Alîkarê Serokomar Fuat Oktay: "Ev êrîşa terorê nîşan dide ku mixabin sînorên neyartiya Îslamê tuneye. Em bangî hemû dinyayê dikin dijî neyartiya Îslamê, dijberiya biyaniyan, nijadperestî û radîkalîzmê rabin ser piyan."

Oktay beriya serdana xwe ya li Zelandaya Nû li Mala Mêvanan ya Dewletê ya Balafirgeha Ataturk daxuyanî da rojnamevanan.

Alîkarê Serokomar Fuat Oktay destnîşan kir li hember pirsgirêkên ji ber neyartiya Îslamê derdikevin hildana tevdîran di şert û mercên kurewî da ji mecbûriyetê zêdetir êdî lazimiyeke heyatî ye.

Fuat Oktay destnîşan kir Tirkiye ji zû da ye ji ber terorê zirarê dibîne û dijî her cure terorê derketiye, di şerê dijî terorê da û gavên bên avêtin da wê li cem Zelandaya Nû be û wiha got: "Terorîstê ku tê fehm kirin 2 sal e pîlana vê hovitiyê amade kiriye Birêz Serokomarê me, miletê Tirk, welat û dîroka me xistiye hedef, ev jî aliyekî bûyerê ye. Serokomarê me yê dengê hemû mezlûmên dinyayê bi nêrîna 'canê ku Xwedê daye bi tenê Xwedê dikare hilde' va emrê xwe fîdayê xizmeta gel kiriye bi şev û bi roj dixebite. Miletê me wekî her demê ew ê li lîderê xwedî derkeve û misadeyê nede operasyonên wiha qirêj."

Alîkarê Serokomar Oktay diyar kir ev êrîşa terorê nîşan dide ku mixabin sînorên neyartiya Îslamê tuneye û got ku em bangî hemû dinyayê dikin dijî neyartiya Îslamê, dijberiya biyaniyan, nijadperestî û radîkalîzmê rabin ser piyan.AA

Dîroka nûkirinê: 16 Adar 2019, 16:12
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE