"Em bang li hemû terefan dikin ku aram bin û di diyalogê da bin"

Erdogan beriya ji bona here Ukraynayê bi rê bikeve li Balafirgeha Esenbogayê daxuyaniya çapemeniyê li dar xist.

"Em bang li hemû terefan dikin ku aram bin û di diyalogê da bin"

Serokomar Recep Tayyîp Erdogan der heqê rageşiya di navbera Rûsya û Ukraynayê da wiha got, "Em weke dewleteke Behra Reş ji bona aştiya li herêmê çêbe em bang li hemû terefan dikin ku aram bin û di diyalogê da bin."

Erdogan beriya ji bona here Ukraynayê bi rê bikeve li Balafirgeha Esenbogayê daxuyaniya çapemeniyê li dar xist.

Serokomar Erdogan der heqê rageşiya di navbera Rûsya û Ukraynayê da diyar kir ku ji nêz va dişopînin û wiha axivî, "Em li her platformê destnîşan dikin ku em destekê didin desthilatdarî û yekîtiya axa Ukraynayê."

Erdogan diyar kir di rageşiya Rûsya û Ukraynayê da weke dewleteke Behra Reş ji bona aştiya li herêmê çêbe bang li hemû terefan dikin ku aram bin û di diyalogê da bin.

Serokomar Erdogan li ser pirsa serdana Yîtzak Herzogê Serokomarê Îsraîlê ya ji bona Tirkiyeyê got ku di nava meha Adarê da wê ev ziyaret çêbe.

Erdogan ji bona mirina 12 penaberên ku Yewnanistanê ew paşda şandibûn destnîşan kir beriya her tiştî bi tu awayî nayê qebûlkirin ku 12 însan li wir ji ber sermayê qefilîn.

Serokomar Erdogan ji bona biryara Konseya Ewropayê ya der barê Osman Kavala da wiha got, "AÎHMê yan jî Konseya Ewropayê çi gotiye me eleqedar nake. Em li bendê ne ku siyanetê nîşanî dadgehên me bidin."

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE