''Em ê behrên xwe ji belaya musîlajê xilas bikin''

''Em ê behrên xwe ji belaya musîlajê xilas bikin''

Serok Recep Tayyîp Erdogan, "Di serî da Marmara em ê behrên xwe ji belaya musîlajê xilas bikin."

Erdogan li Baxçeyê Gel ya Pendikê di "Merasima Vekirinên Komî ya Roja Hawirdorê ya Dinyayê ya 5ê Hezîranê" da axivî.

Serok Erdogan di axaftina xwe got çawa nexweşxaneyên me di vê şewbê da ji bona parastina siheta gelê me roleke mezin girtin, di serî da baxçeyên me yên gel li ciyên qadên me yên hêşînahiyê jî bîna welatiyên me derket û wiha pê da çû, "Baxçeyên me yên gel yên li navenda bajêr, ji ber ku meriv bi meşê jî dikare here di dema afatan da jî wê wek ciyên kombûnê bên emilandin. m xizmetên me yên di warê hawirdorê da bi projeyên baxçeyên gel dixemilînin. Me tenê rêçên kirêt yên hişmendiya ku berê qadên li navendên bajaran ji welatiyên me ra digirtin paqij nekir, li tevahiya 81 bajarên xwe me hêşînayî zêde kir."

Erdogan destnîşan kir gava Plana Masterê ya Rêya Bisqilêtê ya Tirkiyeyê ku amadehiyên wê didomin temam bikin wê Tora Bisqilêtê ya Ewropayê û welatê xwe bigihînin hev û wiha axivî, "Hawirdor û hêşînahî karê me ye, em ê bi vê nesekinin û karên xwe yên danînadaran bi lez û bez bidomînin."

Serok Erdogan diyar kir di serî da Marmara wê behrên xwe ji belaya musîlajê xilas bikin û wiha got, "Sedema pirsgirêka musîlajê ku heyama dawîn li Marmarayê derketiye ew e ku ava bermayî bêyî bê parzûnkirin berdidin behrê. Di kordînasyona WezaretaHawirdor û Bajarvaniyê da wê wezaret û zanîngeh dest bidin hev û di serî da Marmara em ê behrên xwe ji belaya musîlajê xilas bikin. Wezareta me bi ekîbeke ji 300 kesan pêk tê li 91 ciyên Marmarayê, li bejayê jî li hemû ciyên ku dibe sedema qirêjiyê lêkolîn û çavdêriyên xwe didomîne. Pirsgirêka musîlajê ji şaredariyan bigire heya zanîngeh û sektora taybet encax bi hewldana hevbeş ya hemû saziyên me çareser dibe."


Erdogan got ku bi veberhênanên ku me dan destpêkirin hejmara tesîsên me yên komkirina bermayiyan ji 15an derket 90î û ev xizmetê didin 70 milyon nifûsê me.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE