''Em ê bernameya xwe ya asayîbûna nû ku di 17ê Gulanê da dest pê dike di rojên pêş da eşkere bikin''

''Em ê bernameya xwe ya asayîbûna nû ku di 17ê Gulanê da dest pê dike di rojên pêş da eşkere bikin''

Serok Recep Tayyîp Erdogan, "Em ê bernameya xwe ya asayîbûna nû ku di 17ê Gulanê da dest pê dike di rojên pêş da eşkere bikin. Yek ji mijarên herî girîng yên civîna me ya ewil ya kabîneyê wê ev be."

Erdogan ji Qesra Wehdedîn bi vîdeokonferansê beşdarî bernameya "Ji 81 bajaran bi 560 ciwanî ra Sifreya Fitarê ya Herî Dirêj" bû.

Serok Erdogan der barê şewba Kovîd-19ê da got li gorî baweriya min gava em li gor tevdîran tevbigerin rojên ku em di demeke kurt da ji vê şewbê xilas bibin û cardin vegerin jiyane xwe ya asayî nêzîk e.

Erdogan ji bo bernameya asayîbûna nû ku wê di 17ê Gulanê da dest pê bike wiha axivî, "Em ê bernameya xwe ya asayîbûna nû ku di 17ê Gulanê da dest pê dike di rojên pêş da eşkere bikin. Yek ji mijarên herî girîng yên civîna me ya ewil ya kabîneyê wê ev be. Wê ev bername bi pêvajoya vekirina dibistanan ra jî eleqedar be."

Serok Erdogan diyar kir di her firsendê da zehf qîmetê dide ku bi ciwanan ra bê bal hev û sohbet bike û wiha peyivî, "Lewra em hêz û kelecana xwe ji ciwanan digirin. Di têkoşîna ku gelê me ji berê da dide da ciwanên her dem li pêş bûn û pêşeng bûne. Wê pêşeng û wêrisê Tirkiyeya mezin û xurt ya siberojê jî dîsa ciwan bin. Êdî ciwanê me yê bikaribin transkirîpta xwe bi du zimanan ji ku derê dixwazin ji wê derê bi lez û bêyî pere hildin."

Erdogan destnîşan kir niha di warê pîşesaziya parastinê da îxracateke cidî dikin û wiha got, "Îtxalat na, îxracat. Em êdî hemû cebilxaneyên SÎHAyên xwe jî li Tirkiyeyê çêdikin."

Serok Erdogan der barê rewşa hespên li Adalarê da wiha axivî, "Kesên li hespên li Stenbolê xwedî dernakevin û hesab nadin ez naxwazim bifikirim ku di mijarên din da çi dikin. Ew kesên di mijara mafên heywanan da her derê berî hev didin di vê mijarê da qet deng nakin û ev jî durûtiyek e. De xeberdin, hûn çima xebernadin? Dengê xwe derxin, hûn çima dernaxin? Ev yek divê bi îdeolojiyê nebe."

Erdogan diyar kir di heyama şewbê da heta niha bi navê mertalê parastinê 61 milyar lire ji her derê li welatiyên xwe yên hewcedar belav kirine û wiha pê da çû, "Bi krediyên bêfaîz û yan jî kêm faîz va me piştevaniya esnaf û pîşekarên xwe kir û bi bergîdana 315 milyar lire çavkaniyî va piştgirî da wan. Me di çarçoveya piştgiriya civakî ya xaneyan da 8,5 milyar lire pere da 2 milyon û 300 hezar welatiyên xwe. Ji bo parastina îstixdamê ji pereyê xebata kurt 3 milyon û 765 hezar kesî, ji piştgiriya pereyê neqdî 2,5 milyon kesî û ji pereyê bêkariyê milyonek kesî îstifade kir. Di piştgiriya normalbûnê da me ji 4 milyar lireyî zêdetir piştgiriya bêberdêl da 3,2 milyon esnafên xwe. Wekî kêmbûna dahatê û piştgiriya kirê jî me ji 5 milyarî zêdetir hîbe da esnafan."

Serok Erdogan di axaftina xwe da mizgîniya transktîpta bi du zimanî ya bêpere da û wiha xeberda, "Him ji bo xwendekarên me yên ku li nav welêt ji ber şewbê ji dûr va dixwînin û him jî ji bo xwendekarên me yên dixwazin li dervayê welêt perwerdehiya xwe bidomînin ra ev xebat wê gelekî bi kêr bê û li ciwanên me bi xêr be."

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE