Serok Recep Tayyîp Erdogan der barê erdheja li Behra Egeyê li peravên Seferîhîsara navçeya Îzmirê bi mezinahiya 6,6ê çêbû da wiha got: "Ji hemû welatiyên me yên ku erdheja Îzmirê bandorê li wan kir ra derbasî be."
Erdogan li ser hesabê xwe yê Twitterê der barê erdheja li Îzmirê da wiha got: "Ji hemû welatiyên me yên ku erdheja Îzmirê bandorê li wan kir ra derbasî be. Em bi hemû derfetên dewleta xwe li cem welatiyên xwe ne ku erdhejê bandor li wan kiriye. Em bi hemû saziyên xwe yên eleqedar û wezîrên xwe li ser disekinin."
AA