Wezîrê Karên Derva Mevlut Çavuşoglu daxuyand di van rojên teng da ew li gel Qazaxistanê ne ku ev deynê stûyê wan e û wiha got: "Ji vir şûn da jî çi bikeve ser me bi hemû derfetên xwe va em li cem Qazaxistanê ne û em amade ne ku hemû derfetên xwe xerc bikin."
Çavuşoglu beşdarî Civîna Derasayî ya Wezîrên Karên Derva ya Teşkîlata Welatên Tirkan (TDT) bû.
Di civîna ku rojeva wê Qazaxistan e da Çavuşoglu got Wezîrên Karên Derva yên TDTyê ji ber geşedanên li Qazaxistanê civiyane û ev geşedan tesîrê li ser her kesî dike.
Wezîr Çavuşoglu anî ziman ew geşedanên li Qazaxistanê ji nêz va dişopînin, alema Tirkan malbateke mezin e û wek hemû ezayên bedenekê bi hev ra girêdayîne.
Çavuşoglu wiha axivî: "Ji vir şûn da jî çi bikeve ser me bi hemû derfetên xwe va em li cem Qazaxistanê ne û em amade ne ku hemû derfetên xwe xerc bikin."
Çavuşoglu destnîşan kir ku ew ji ber vê rewşa ku êdî hatiye kontrolkirin û Elîxan Smaîlov jî wek serokwezîrê nû hatiye wezîfedarkirin kêfxweş in û ewê hevkariya xwe bidomînin.AA