Wezîrê Karên Derva Mevlut Çavuşoglu der barê êrîşa Ermenistanê ya li hemberî Azerbaycanê da got "Ermenistan bila hişê xwe bîne serê xwe. Azerbaycan ne tenê ye. Em wek Komara Tirkiyeyê û gelê Tirk bi hemû derfetên xwe va li gel Azerbaycanê ne."
Çavuşoglu di bernameya zindî ya TRT Haberê da pirsên der barê rojevê da bersivandin.
Wezîr Çavuşoglu der barê êrîşa Ermenistanê ya li ser sînor li herêma Tovuzê ya li hemberî Azerbaycanê da wiha got: "Helbet Artêşa Azarbaycanê çi hewce bike kir û êrîşê vala derxist. Em ji vê tiştê dibînin ku Ermenistan bi pevçûnên nû va dixwaze balê ji axên ku dagir kiriye bikşîne tiştên din."
Çavuşoglu got Ermenistanê heta niha ji bo tu çareseriyekî jî gav neavêtiye û wiha axivî: "Ermenistan bila hişê xwe bîne serê xwe. Azerbaycan ne tenê ye. Em wek Komara Tirkiyeyê û gelê Tirk bi hemû derfetên xwe va li gel Azerbaycanê ne. Ji bo yekîtiya axa Azerbaycanê parastin çi ji destê wê tê Tirkiyeyê bike. Di mijara axên hatine dagirkirin û Karabaxê da Azerbaycan kîjan çareseriyê tercîh bike ewê jî li cem Azerbaycanê bin."
- Biryara Ayasofyayê
Çavuşoglu der barê biryara Mizgefta Ayasofyayê da jî got vekirina wê ya ji bo îbadetê ji hêla hiqûqê va biryareke di cî da ye, di 1453an da bi fetihkirina Stenbolê va bûye malê gelê Tirk û wek mizgeft hatiye weqifkirin.
Wezîr Çavuşoglu wiha axivî: "Mizgefta Ayasofyayê di 1462yan da wek mizgeft hatiye weqifkirin û divê wek mizgeft bê bikaranîn. Di vê mijarê da fikrên wek 'divê vebûya, venebûya, heke venebûya baştir dibû' dikarin bên gotin. Em beşdarî fikrê her kesî nebin jî em rêzê nîşan didin. Lê em şîroveyên ji bo mudaxaleya heqên desthilatiyê ya Tirkiyeyê tên kirin, bi tundî qebûl nakin."
AA